Kurdan ji Merkel re nameyek şandin

Kurdan ji Merkel re nameyek şandin

KNK, PDK, YNK û Goran jî di nav de 40 partî û saziyên ji çar parçeyên Kurdistanê, ji Serokwezîra Elman Angela Merkel re nameyek vekirî şandin. Kurdan diyar kirin ku ew ji ber alîkariya Elmanya ya li Başûrê Kurdistanê kiriye gelek kêfxweş in û ji Merkel xwestin ku qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin.

Sazî û organîzasyonên Kurd ên li Elmanyayê dixebitin û partiyên çar parçeyên Kurdistanê ji Serokwezîra Elman Angela Merkel re nameya vekirî şand. Di nameya ku 40 partî û saziyan îmze kir, îmzeya PDK, YNK, Goran, PDK-Î, Komala û PÎK jî heye.

Kurdan da zanîn ku divê Elmanya li gorî dema nû siyaseta Kurd diyar bike û daxwazên xwe wiha anîn ziman: “Divê rêveberiyên xweser ên Rojava bên nasîn û li dijî welatên ku piştgiriyê didin DAIŞ’ê pêkanînên siyasî û dîplomatîk bên kirin. Her wiha divê êdî guh bidin daxwaza ‘qedexeya PKK’ê rakin’.

Di berdewamiya nameyê de hat gotin ku piştgiriya Elmanyayê ya ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd a Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê wê fêdeyek mezin bide. Kopiyek van nameyen ji Wezîrê Karên Derve Frank-Walter Steînmeîer û Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maîzîere re hate şandin. Naveroka nameyê bi sernavan wiha ye:

EM JI BER ALÎKARIYÊN WE GELEK KÊFXWEŞIN

Nameyê wiha berdewam kir: “Em ji bo alîkariyê hikûmeta Elmanya ji bo herêma Kurd a Iraqê gelek spas dikin. We di demeke gelek zehmet de piştgirî da gelê me. Her wiha Birêz Şansolye; wek ev hovîtî wek qirkirinê bi nav kir. Em vê helwesta we pîroz dikin. Sazî û rêxistinên me yên Kurd ên Elmanyayê daxwazên me yên rewa bihêztir kiriye. Ev helwest di pêşerojê de qirkirinê hem di alî siyasî û hem di alî hiqûqî de wê bibe arenaya navneteweyî.

DIVÊ ZEXT LI KESÊN PIŞTGIRIYÊ DIDIN DAIŞ’Ê BÊ KIRIN

Bêguman li Kurdistanê ji bo aştiyeke mayîn de divê hêzên Kurd di polîtîkayek neteweyî de lihev bikin. Di encama êşa li Şengalê hatiye jiyîn de hêzên pêşeng ên Kurd di parastina Mexmûrê de bi hev re tevgeriyane. Vê îradeya berxwedana neteweyî ya gelê me bihêz kiriye. Em ji bo pêşketiya polîtîkayên lihevkirinê hewl didin. Di esas de li dijî welatên ku piştgiriyê didin DAIŞ’ê divê pêkanînên dîplomatîk û siyasî bên kirin.

PIŞTGIRIYÊ BIDIN MODELA ROJAVA

Li Rojava Kurdan, Xiristiyan, Ereb û Çeçenan bi hev re di bin navê xweseriya demokratîk de modelek nû afirandin. Ev model xwe dispêrê yekîtiya cudahiyan. Di asta bilind a biryara Rêveberiya Kantonê de tên cem hev. Bêguman ev model dikare li hemû Sûriyeyê bê bikaranîn. Rojava xwe wek parçeyekî demokratîk ê Sûriyeyê dibîne. Modela Rojava çiqas derbasdar û ji bo pêşerojê girînge xwe nîşan dide.

Mixabin mirovên Rojava li dijî DAIŞ û El Nusrayê her tim li ber xwe da û bûn hedefa terora cîhandiyan. Ji bo hebûna xwe biparêzin bi tena serê xwe beyî ku piştgiriyê ji navneteweyî bigirin şer kirin. Divê Rojava di qada navneteweyî de bê nasîn û ev ji bo Sûriyeyek demokratîk rê nîşan dide. Ev ji bo berjewendiya hikûmeta Federal e jî.

POLÎTÎKAYA XWE YA KURD ÊDÎ BIGUHERIN

Li gel alîkariya leşkerî û mirovahî ya ji bo Kurdan, piştgiriya siyasî jî hewce ye. Lê ev di pirsgirêka Kurd de bi berdewamkirina polîtîkayên ku tên nîşan dan mimkun e. Elman divê di vê mijarê de biçe guherîna siyasetê. Di sedsala 21’ê de divê Ewropa û welatên Rojava mafên Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê nas bike.

Têkiliya Elmanyayê ya bi Tirkiyeyê di mijara Kurd de li ser berjewendiyên Tirkiyeyê pêş ketiye. Lê di pirsgirêka Tirk-Kurdan de pir zêde tiştek neguheriye. Nifûsa Kurdan li Tirkiyeyê 25 mîlyon e, Kurdan polîtîkayên îmhayê ya Kurdan rakiriye. Ev du sale dewlet bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike. Divê ev rewş bê silavkirin û piştgirî bê dayîn.

DIVÊ QEDEXE BÊ RAKIRIN

Di sala 1993’yan de rewşa siyasî bi giştî guheriye. Hincetên qedexekirina PKK’ê ji zû ve li pey maye û hatiye derbaskirin. Di vê der barê de nîqaş di demên dawî de li Elmanyayê tên meşandin. Li gorî me divê hikûmet deng bide vê. Dema ku alîkariya mirovahî û leşkerî ji bo Krudan tê kirin, ev rewş nikare bi qedexeya PKK’ê re li dijî siyaseta Kurd girtin û operasyon pêk bên. Em jî di wê baweriyê de ku ev polîtîka divê bê guhertin û divê qedexeya PKK’ê bê rakirin.

ELMANYA DIKARE ROLEKE DÎROKÎ BILÎZE

Em di wê baweriyê de ne ku bi pêngavên ku Elmanya biavêje wê encamên erênî bên dest girtin. Em dizanîn ku bi peymana Sykes-Pîcot û Lozanê di parçebûna Kurdan de para Elmanyayê heye. Van peymanan hebûna me kiriye pirsgirêk. Ji ber vê yekê Elman îro bi stratejiyeke nû dikare gleê Kurd wek gel nas bike.

Em careke din ji bo alîkariya wek ya ji bo Iraqê spas dikin û hêvî dikin ku li dijî hêzên ku qirkirinê pêk tînin têkoşîna we bilindtir bibe.”

Di nameya hevpar a Kurdan de îmzeya van partî û saziyan heye:

KNK (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê)
NAV-DEM (Navenda Civaka Demokratîk a Elmanyayê)
PDK (Partiya Demokratîk a Kurdistanê)
PUK (Yekîtiya Welatparêzên Kurdistanê)
GORRAN (Tevgera Guherînê)
PYD (Partiya Yekîtiya Demokratîk)
PCK (Partiya Sosyalîst a Kurdistanê)
PDK-I (Partiya Demokratîk a Kurdistanê -Îran)
PJAK ( Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê)
KSDP (Partiya Sosyalîst Demokratîk a Kurdistanê)
PIK (Partiya Îslamî ya Kurdistanê)
KKP (Partiya Komunîst a Kurdistanê)
Nûneriya Derveyê Welat a KOMALA
AKEE (Yekîtiya Karsazên Kurdan Ewropayê)
FEDA (Federasyona Elewiyan a Demokratîk)
FCIK (Federasyoan Civaka Îslamî ya Kurdistanê)
FKE (Federasyoan Komeleyên Êzidi)
GEA (Civaka Akademîsyenên Êzidi)
KURD-AKAD (Tora Akademîsyonên Kurd)
YXK (Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê)
UNA-KURD (Civaka Kurd ya NY’ê)
Cenî – Buroya Aştiyê  ya Jinan a Kurd
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê
Zagros Plattform, Koln
Civaka Kurd, Stuttgart
Komeleya Kurd a Elmanyayê e.V./Mal
Komeleya Parastina Girtiyên Siyasî ya Îranê, Koln
Berlin-Civaka Kurd a Brandenburg
KOMAW
Kurdisches Zentrum (Navenda Kurd)
Awadani
Dest- Dan
Rojava, Komeleya Rojavayê Kurdistanê Berlîn
Komeleya Bun 
SOZIK..
Komeleya Jinûve avakirina Dêrsimê
Komeleya dij qirkirinê ya Dêrsimê a 37-38
Komeleya Kurmeş 
Mala Gel a Kurdistanê, Berlin
Mala Gel a Kurdistanê, Hamburg