Kurdan ji Lozanê bang kir: Hukmê Lozanê nîne!
Kurdan ji Lozanê bang kir: Hukmê Lozanê nîne!
Kurdan ji Lozanê bang kir: Hukmê Lozanê nîne!
Kurdan li Lozanê meşek li darxist û hevpeymana Lozanê protesto kirin. Kurdan destnîşan kir ku, di vê pêvajoyê de ti hukmê Hevpeymana Lozanê nemaye, bitekoşîna ku dane meşandin armanca “Emperyalîst û yên jêre xulamtî dikir” bê bandor kirine.
Meşa ku ji aliyê Meclisa Gelê Kurd ya li Swîsreyê û Federasyona Komeleyên Kurd ên li Swîsreyê (FEKAR) pêkhat, li ser rêya Place Riponnê destpê kir. Li vir bi sedan Kurdên ku ber ber rêya Ouchy cihê ku Hevpeymana Lozanê lê hatî kirin meşiyan, pankartên bi Fransî “Hevpeymana Lozanê, hevpeymana tunekirina Kurda ne”, “Hevpeymana Lozanê Kurd bêwar hiştin” li ser nivîsî, posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK’ê hilgirtin.
Di meşa ku Federasyona Karkerên Koçber ên li Swîsreyê (IGIF) piştgirî dayê, bênavber sloganên “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu”, “Hukmê Lozanê nîne” qîrkirin. Di meşa ku 3 kîlometre domkir de, ji Swîsreyiyên eleqe nîşandan re broşur hatin belavkirin.
Piştî meşê li ser rêya Ouchy ku hevpeyman lê hatibû kirin mitîgek hate li darxistin. Li vir li ser navê FEKAR’ê Henefî Hoca axaftinek kir û got, êdî Lozan ji Kurdan re bêwateye. Hoca gotinên xwe wiha berdewam kirin: “Çemka ku beriya 90 salan polîtîkaya perçekirinê li ser Kurdan da ferzkirin, di pêvajoya ku em hatinê de êdî tune bûye. Dîsan bêstatûya ku li ser gelê me dane ferzkirin bi tekoşîna biwate ya gelê me têkçûye. Em dikarin mînaka vê ya herî baş li Rojava bibînin. Yên ku beriya 90 salan Kurd tune hesibandin, xapiyan. Kurd di rasta xeta ku Rêberê wan Ocalan xet kirî statûya xwe ji nû ve ava dikin û hem jî li Rojhilata Navîn ji gelan re dibin mînak.”
Piştre li ser navê IGIF’ê Huseyîn Torûn axaftinek kir û diyarkir ku, çemka ku di Lozanê de tunekirin li ser Kurdan da ferzkirin, îro bi şêweyên din xwe dide der û weke mînak jî komkujiyê Roboskiyê nîşan da. Torûn aşkera kir ku, ‘emperyalîst û dewleta tirk ya faşîst’ ku careke din Kurdistan şîn nebe beton rijandin ser xapiyan û got: “Kurdan karî careke din jî xweliya xwe, xwe ava bikin. Tekoşîna azadiya netewî ya Kurdistanê Lozan perçe kir û avêt quncikekê. Îro Lozan di milê Kurd û gelên Rojhilata Navîn de hukmê xwe nîne.”
Mitîng piştî axaftinên hatin kirin, bistranên navenda çandê ya MED û girêdana dîlanê bidawî bû.