BI DÎMEN

Kurdan dosyaya li ser Rojava pêşkêşî hikûmeta Luksemborgê û Balyozxaneya Tirkiyeyê kir

Kurdistaniyan û dostên wan, der barê êrîşên li ser Rojavayê de dosyayek pêşkêşî hikûmeta Luksemburgê û Balyozxaneya Tirkiyeyê kirin ku hêzên Tirk û çeteyên SMO’yê ji Sûriyeyê vekişin û li Sûriyeyê piştgiriya çareseriyeke aşîtiyane û demokratîk bikin.

Kurdistanî û fostên wan ê li Luksembûrgê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên li ser Bakur û Rojhikatê Sûriyeyê li pêşiya avahiya parlamentoyê hatin ba hev. Kurdistaniyan bi partiya Die Linke û komên antîfaşîst re mîtîng li dar xist û di mîtîngê de alên YPG û YPJ’ê û kesk û sor û zer hatin hilgirtin. Ji 150’yî zêdetir kesî dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Li ser navê saziyên beşdar ji bo gelê Rojava û şoreşa Rojavayê peyamên piştgiriyê hatin dayîn û piştre dosyayeke daxwazên girseyê dihewîne radestî hikûmeta Luksemburgê û Balyozxaneya Tirkiyeyê kirin.

Di dosyayê de daxwazên wekî “Naskirina Xweseriya Rojava, ferzkirina amborgoya çekan li ser dewleta Tirk ku di her derfetê de êrîşî Rojava dike, vekişandina hêzên artêşa Tirk û çeteyên SMO’yê ji Sûriyeyê, piştgiriya avakirina çareseriyeke aşîtiyane û demokratîk li Sûriyeyê”, cih girtin.