Kurd xwe ji bo şermezarkirina Civîna Bilind a G20'an amade dikin

Saziyên Kurd amadekariyan dikin ku Civîna Bilind a G20'an a li bajarê Elmanya Hambûrgê bê lidarxistin, şermezar bikin.

Saziyên Kurdan daxuyaniyeke hevpar weşandin û ji bo meşa 8'ê Tîrmehê ya saet 11:00 a li meydana Deîchtorhallenê dest pê bike bang kirin, ku di korteja 'Berxwedan Jiyane" de li hev bicivin.

Daxuyanî ji aliyê NAV-DEM, Cenî, TJK-E, YXK/YXK, ISKU, TATORT Kurdistan, Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad ve hate dayin. Di daxuyaniya hevpar de hate ragihandin, krîza ku modernîteya kapîtalîst di nav de ye, gelekî kûr e.

Saziyên Kurdan ragihandin, dewlet ji talankirina gelan berpirsyar e û li dijî sîstema baviksalarî, dewlet, desthilatdarî şîdetê, sîstemeke ku xwe dispêre wekheviya zayendî, xwerêveberî, jiyana azad û konfederalîzma demokratîk pêşniyar kirin.

Li gorî agahiyên ji aliyê rêveberê NAV-DEM'ê Yavûz Fersoglû ve hate ragihandin, roja 8'ê Tîrmehê wê meşeke navendî ji aliyê platformeke berfireh ve bê organîzekirin û tê payin ku sed hezar kes tevlî bibin.

Persoglû diyar kir, ku Kurd wê pêşengiyê ji vê meşê re bikin û meşê saet di 11:00 de li Deîchtorhallenê dest pê bike. Rêveberê NAV-DEM'ê destnîşan kir, ku Kurd wê di korteja 'Berxwedan Jiyane' de cihê xwe di nava meşê de bigirin.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim û Hevseroka NAV-DEM'ê Ayten Kaplan wê weke qiseker beşdarî meşê bibin. Piştî meşê wê mîtîngek bê lidarxistin û hunermend Serhado jî derkeve ser dikê.

Çalakiyeke din a şermezarkirina G20'an wê di 5 û 6'ê Tîrmehê de ji aliyê 80 saziyan ve bi navê "Civîna Bilind a Piştevaniya Navneteweyî" be. Tevî nûnerên gelek tevgerên şoreşger û femînîst, wê Salih Muslim jî li vê derê qiseker be.

Roja 7'ê Tîrmehê wê çalakiyên bê îteatiya sivîl werin lidarxistin. Heman rojê wê saziyên jinan, ku Meclîsa Jinê ya Rojbîn jî di nav de ye, ji bo danasîna tevgera jinên cîhanê 'tûra bajêr a jinê' lidar bixin.

Di Civîna Bilind a G20'an de ku herî kêm 130 mîlyon Euro lê diçe, li gorî hejmarên dawî wê ji Elmanya, Awûstûrya û Hollandayê bi qasî 20 hezar polîs, 61 hesp û 153 kûçikên polîsan wezîfedar bin. 11 helîkopter jî wê di ewlekariya civîna bilind de werin bikaranîn. Wekî din parêzerên her serokê dewletekê jî wê pê re bin.