Kurdistanî wê 27'ê Çileyê ji bo Efrînê dakevin qadan

TJK-E û KCDK-E: Bi dirûşma 'her der Efrîn e, her der berxwedan e', Kurd û dostên wan ên li Ewropa, Kanada, Awûstralya û Japonyayê wê çalakiyan li dar bixin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dagirkeriya ku dewleta Tirk li ser esasê qirkirinê li dijî Kurdan li Efrînê dike, bi êrîşên topyekûn didome. 20'ê Çileyê artêşa Tirk a dagirker bi 72 balafirên şer li 103 hedefan xistin. Artêşa Tirk bi her awayî bi çekên giran û balafirên şer êrîşî gundên Kurdan, gelê Kurd, gelê Ereb û Tirkmen dike. Ji ber van êrîşan gelek kes hatin kuştin, bi dehan welatiyên sivîl birîndar bûn û malên wan hatine hilweşandin û şewitandin. Gelê Efrînê û Hêza Parastina Civakî ji bo parastina Efrînê bi xurtî li ber xwe didin.. Bi şiyara 'dijmin êrîşî Efrînê dike', gel û Hêza Parastina Civakî li ber xwe didin.

BI RUHÊ SEFERBERIYA NETEWEYÎ 'HER DER EFRÎN E, LI HER DERÊ BERXWEDAN!'

Gelê Kurd ê li Ewropayê, dostên wan û jin li dijî polîtîkayên dagirkerî, talan û xespê yên dewleta Tirk a mêtinger rabûne ser piyan. Çalakî demdirêj û girseyî pêk werin, wê piştgiriyê bide berxwedana Efrînê. Yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd û ruhê wan ê seferberiyê wê bihêlê ku gelê Kurd di qada navneteweyî de bibe hêzek. Bi vê nêzîkatiyê divê gelê Kurd bibêje 'dem dema berxwedanê ye û serî rakirinê ye' û her derê bike qada çalakiyan. Li ser vê esasê hewce ye hemû Kurdên li Ewropayê dijîn bi pêşengiya jin û ciwanan bi şiyara 'BI RUHÊ SEFERBERIYA NETEWEYÎ HER DER EFRÎN E, LI HER DER BERXWEDAN!' faşîzma AKP-MHP'ê bi erdê re bikin yek.

'DIVÊ EM BI HÊZ TEVLÎ ÇALAKIYAN BIBIN'

Rûsya qada xwe ya hewayî ji dewleta Tirk a hov re vekir. Ji bi ku bazirganiya qirêj a di navbera Rûsya û dewleta Tirk de were kifşkirin, divê hin çalakiyên navendî bi tevlîbûna sedhezaran pêk were. Di vê çarçoveyê de li Elmanya meşeke bi tevlîbûna 200 hezar kesî wê bandoreke mezin pêk bîne. Wekî din li her derê Ewropayê wê 27'ê Çileyê çalakî pêk werin. Di çalakiyên me de afirênerî û dîtbarî gelekî girîng e. Posterên peymanên qirêj ên di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de, bi taybetî bikaranîna posterên Erdogan girîngî ye. Wekî din bêdengiya DYA û polîtîkaya Ewropa ya 'min nedît, nebihîst, nizanim' rê li ber dewleta Tirkiyê vedike. Bi dirûşim û pankartan hewce ye em vê yekê di çalakiyan de nîşan bidin. Hewce ye bi sembol û materyalên nû em biçin çalakiyan.

Plansaziya lezgîn a çalakiyan hê derbasdar e. Ji bo ku çalakiyên me demdirêj pêk werin, bi bandor û afirîner bin, 24'ê Çileyê bi tevlîbûna gel û saziyan wê plansaziyeke berfireh were derxistin.

Di vê çarçoveyê de 27'ê Çileyê roja Şemiyê bi tevlîbûna gelên ji her derê Kurdistanê û ji hemû baweriyan, bi tevlîbûna dostên gelê Kurd, bi tevlîbûneke xurt a jin û ciwanan bi ruhê seferberiyê, bi şiyara 'BI RUHÊ SEFERBERIYA NETEWEYÎ HER DER EFRÎN E, LI HER DER BERXWEDAN!' divê faşîzma AKP-MHP'ê bi erdê re bibe yek.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn 27’ê Çileyê wê li her cihî li qadan bin. Navê welat û bajarên ku meş û çalakî lê bên kirin wiha ne:

"Koln, Bakur û Başûrê Fransa, Rennes, Bordeaûx, Swîsre, Hollanda, Belçîka, Roma, Molano, Viyana, Lînz, Înnsbrûck, Yewnanîstan, Qibris, Romanya, London, Stockholm, Goteborî, Danîmarka, Norwêc, Fînlandiya, Awûstûralya, Kanada û Japonya."