Protestoyên têkîldarî polîtîkayên qetlîama li ser Kurdistanê didome. Kurd û dostên wan li Hollanda, Elmanya, Îtalya, Kanada û li Fînlandiya, AKP’e protesto kirin, berxwedana gel silav kirin. Di çalakiyan de ji welatên Ewropa hate xwestin ku pêkanînan li hember dewleta Tirk bikar bînin.
VENLO
Di çalakiya li bajarê Venlo yê Hollanda de polîtîkayên qetlîamê yên AKP’ê hatin protestokirin.
Hevserokê Meclîsa Arnhemê pêkanînên di asta sûcê mirovatiyê yên AKP’ê ji çalakvanan re vegot. Piştî axaftinan belavok hatin belavkirin. Çalakî bi dirûşma, “Ji Ocalan Re Azadî Ji Kurdistanê Re Statu” bi dawî bû.
ESSEN-BOCHUM
Li bajarên Essen û Bochûm ên Elmanya jî terora dewletê ya li ser Kurdistanê hat protestokirin, berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin. Meşê bi dirûşmeyan coş girt, her wiha DIDF Û komên çep jî piştgirî danê.
MUNÎH
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk bi mîtîngekê hat protestokirin. Di mîtînga ku ji aliyê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk hat lîdarxistin de danezana NAV-DEM’ê hat xwendin. DÎDF, DKP piştgiriya mîtîngê kirin.
Li ser navê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk Bedî Boylû axivî, banga tevlîbûnê ji bo mîtînga roja Şemiyê kir.
Navnîşana mîtînga wê roja Şemiyê saet 13.00’an bê lidarxistin wiha ye: "Stachus 25. (li ber KAUFHOF,Shützenstr)."
ROMA
Li paytexta Îtalya, Romayê li pêşiya parlamentoyê çalakvan civiyan. Îtalyanên dostên Kurdan jî tevlî çalakiya ku ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Araratê hat organîzekirin bûn. Di meşa ku ji Qada Pantheon destpê kir û heta pêşiya parlamentoyê dom kir de dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Qatil Tirkiye”, “Qatil DAIŞ, Hevkar AKP”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî PKK” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de wêneyên ji qetlîamên AKP’ê hatin pêşkêşkirin. Di çalakiyê de hate xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bê rakirin.
TORONTO
Kurd û dostên wan li bajarê Toronto yê Kanada li dijî qetlîam û ji bo silavkirina berxwedanê li qadan bûn.
Meş bi organîzeya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin. Girse li Cadeya Yong&Bloorda civiya û dest bi meşê kir. Li Cadeya Dandas&Yong çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakî di saetên êvarî li pêşiya City Hall a Toronto bi dawî bû.
HELSÎNKÎ
Li paytexta Fînlandiya Helsînkî jî ji bo protestokirina polîtîkayên qetlîamê yên AKP’ê meşek ji 2 kîlometreyan zêdetir hat lîdarxistin.