Kurd û Avûstralyayî AKP’e protesto kirin

Li bajarê Melboûrne yê Avûstralya, pêkanînên qetlîamker ên AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê hatin protestokirin.

Li bajarê Melboûrne yê Avûstralya, pêkanînên qetlîamker ên AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê hatin protestokirin.

Piştî bajarên Sîdney û Adelaîde, îro jî li bajarê Melboûrne qetlîamên AKP’ê hatin protestokirin. Di pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd ên Vîctorîa û NAV-KURD’ê li pêşiya pirtûkxaneya Eyaletê kom bûn. Partiya Sosyalîst Demokratîk , Altenatîf Sosyalîst û nûnerên Avûstralyayî yên Ji Bo Kurdistanê tevlî çalakiyê bûn. Jinên Kurdistanî yên tevlî çalakiyê bûn li ser kefenê li xwe kirine, wêneyên jinên hatin qetilkirin daliqandin.

Çalakvanan li hember bêdengbûna hikûmeta Avûstralya ya li dijî qetlîamên li ser Kurdistanê bertek nîşan dan. 

Her wiha dosyayên ku ji aliyê Nûnertiya KNK’ê ya Avûstralya û Komîteya Dîplomasiyê ya NAV-KURD’ê ji bo zext li ser dewleta Tirk çêbibe hatin amadekirin, ji endamên parlamento û senatoyê re şandin.

KONSOLOSXANEYÊN 4 WELATAN HATIN ZIYARETKIRIN

Li gel vê jî nûnerên saziyên Kurd ên Melboûrne, konsolosxaneyên Fransiz, Elman, Îngîlîz û Amerîkan ziyaret kirin, pêşketinên li Kurdistanê ragihandin. Nûneran ji bo bidin hikûmetan jî di ziyaretên xwe yên konsolosxaneyan de name û dosya pêşkêş kirin.

...