Kurd û Şîliyiyî bi hev re li ber dîktatoran rabûn
Li paytexta Swêd Stockholmê bi hezaran Kurd û Şîliyî dîktatorên li welatên xwe şermezar kirin.
Li paytexta Swêd Stockholmê bi hezaran Kurd û Şîliyî dîktatorên li welatên xwe şermezar kirin.
Li paytexta Swêd Stockholmê doh êvarê çalakiyeke enternasyonalîst a Kurd û Şîliyiyan pêk hat.
Bi hezaran mirovên ji Latîn Emerîkayê ku piraniya wan ji Şîlî bûn ji bo şermezarkirina Serokdewletê Şîlî Sebastîan Pînera yê ku hewl dide daxwazên mirovan bi tundiyê bitepisîne, çalakiyek pêk anîn.
Kurd jî tevî dostên xwe li meydana Sergelstorg a li navenda bajêr li hev kom bûn û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava şermezar kirin.
Bi hezaran kesên ku Pînera şermezar kirin û daxwaza îstifaya wî kirin ber bi meydana Sergeltorg ve meşiyan.
Dema ku girseya gel gihîşt qadê Kurdistaniyan dirûşma "Piştevaniya bi Şîlî" re qîriyan. Şêniyên Latîn Emerîkayê jî dirûşma "Piştgirî ji bo Rojava" qîriyan.
Di çalakiyê de dirûşmên bi Kurdî û Spanî hatin gotin. Her wiha alên Şîlî, Mapûçe, Rojava, Kurdistan, YPG û YPJ'ê hatin hildan.