BI DÎMEN

Kurd li Ewropayê beşdarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bûn

Kurdistanî beşdarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşîna Karkeran ên derveyî welat bûn.

Li paytext Viyana ya Awûstûralyayê Kurdan jî 1’ê Gulanê bi coş pîroz kirin.

Di saetên sibehê de li pêşiya avahiya Opera ya Viyanayê, Partiya Demokrat a Sosyalîst (SPO) a desthilat dest bi meşê kirin. Di meşa wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, PYD, YPG û YPJ’ê hatin bilindkirin de ku li pêşiya Platfora Qesra Şaredariya Viyanayê hatibû danîn, li gel Serokwezîrê Awûstûryayêm û Serokê Şaredariya Viyana gelek wezîr lê ne bi dawî bû.

Li pêşiya şaredariyê daxuyaniya ku ji aliyê Konseya Kurd a Awûstûryayê ku li ser Kurdên Awûstûryayê dijîn hatibû amadekirin hate xwendin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi beşdariya Navenda Civaka Kurd, Meclîsa Jinan a Ronahî Berîvan û dostên wan 1’ê Gulanê hate pîrozkirin. Polîsan xwestin mudaxeleyî wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li taxê hatibû hildan bike, lê girseyê rê neda, gel bi wêneyê Ocalan dest bi meşê kirin.

Di tevahî meşê de tim dirûşmên azadiya Ocalan hate xwestin.

Meş saet 10:00’an ji DGB Mannheîm destpê kir heta Navenda Sûka Mannheîmê Markplatzê dewam kir.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg bi beşdariya nêzî 2 hezar kesan 1’ê Gulanê hate pîrozkirin. Kerker û kedkarên ku ji netewên cuda ku li pêşiya Dûîsbûrg- Hamborn Rathaûsê kom bûn daxwazên xwe qîr kirin.

Li ser navê NCKD a Dûîsbûrgê Nîyazî OZtaş li vir axivî. Oztaş, nerazîbûn nîşanî êrîşên qirker ên AKP’ê yên li Kurdistanê da û bal kişand ser girtin û binçavkirinên der qanûnî.

Oztaş got: “Em ê di 1’ê Gulanê de têkoşînê bilind bikin, hesab ji hişmendiya faşîst, yekparêz û nîşatperest bixwaizn. Divê li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê berxwedanekî hevpar bê meşandin.

Ji derveyî sendîkayên Elman NCKD, ATÎF, AGÎF, ADHK, DÎDF, Tevgera Hezîran, PSK û saziyên Elewiyan jî beşdarî çalakiyê bûn.

NORMENDÎE

Li bajarê Roûen ê Herêma Normendîe ya Fransayê bi beşdariyekî zêde ya Kurdistaniyan 1’ê Gulanê hate pîrozkirin.

Hevkariya Kargeha Eûtelsat a bi dewleta Tirk ya li ser weşanên Kurdî jî hate protestokirin.

Di çalakiyê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin û dirûşma “Kujer Erdogan” hate qîrkirin.

PARÎS

Li paytext Parîs a Fransayê bi beşdariya hezaran kesî 1’ê Gulanê bi coş hate pîrozkirin.

Di saetên sibehê de li Qada Repûblîqûe sendîkayên Fransî, Saziyên Kurd, HDK-Fransa, Hevparên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyiya Gelan, saziyên şoreşger ên Sosyalîst ên Tirkiyeyî û rêxistinên kedê kom bûn bi dirûşim û govendê 1’ê Gulanê pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de bal hate kişandina ser têkoşîna li dijî mêtîngeriya kedê, faşîzim û nîjatperestiyê.

LYON

Li bajarê Lyon ê Fransayê 1’ê Gulanê bi awayekî girseyî ji aliyê Sendîkaya CGT’ê ve hate pîrozkirin. Kurdistaniyên li bajêr jî bi rengên xwe beşdarî pîrozbahiyê bûn.

MORBÎHAN

Li herêma Morbîhan a Fransayê sendîkayên karkeran û Kurdistaniyan, 1’ê Gulanê li bajrê Hannebontê pîroz kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Korîentê, endamên Komeleya Elewiyên Morbîhan û BÎR-KAR jî cihê xwe di pîrozbahiyê de girtin.

Kurdistaniyan belavokên ku balê dikişîne ser êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser Rojava û Şengalê belav kirin.

Di çalakiyê de belevoka bi zimanê Fransî ku êrîşên dewleta Tirk şermezar dike hate xwendin û peyamên piştgiriya bi Kurdan re hate dayîn.

MARSÎLYA

Bi hezaran kes li bajarê Marsîlya yê Fransa ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê li Qada Vîeûx Portê kom bûn. Vê salê yek ji sendîkayên herî mezin ên Fransayê (CGT),CFDT û FO cuda mîtîng lidar xistin. Mîtînga ku di pêşengtiya CGT’ê de hate lidarxistin bi dehan partiyên siyasî, sendîka û sazî piştgirî kir. Weke her salê Kurdistaniyên li Marsîlyayê jî cihê xwe di meşê de girtin.

Li ser banga CGT’ê di saetên sibehê de bi hezaran kesên ku di saetên sibehê de li Qada Qada Vîeûx Portê kom bûn, saet 11:00’an de ber bi Qada Castellane a ku wê mîtîng lê bê lidarxistin ve ketin meşê.

Komîteya Amadekariyê diyar kir ku nêzî 40 hezar kes beşdarî pîrozbahiyên li Marsîlya û derdorî wê hatine lidarxistin bûne.