Kurd li dijî êrîşên li ser Efrînê li ser piyan in
Çalakiyên li dijî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê didomin.
Çalakiyên li dijî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê didomin.
Di serî li Elmanya li gelek deverên Ewropa çalakiyên şermezarkirina yên ji bo êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê didomin.
MARSÎLYA
Li Marsîlyayê Kurdistanî û dostên wan li Meydana Canbîreyê hatin cem hev û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.
Çalakî li ber Mizgefta Feqiyê Teyran pêk hat. Di çalakiyê de hate gotin kî li dijî zilmê dengê xwe dernexîne ew şîrikê zilmê ye û ji bo çalakiya 3’yê Sibatê bang hate kirin.
PARÎS
Li paytexta Fransayê Parîsê jî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin. Çalakî li ber Parlamentoyê bi çalakiya kondanînê pêk hat. Ji bo çalakiya 3’yê Sibatê saet 14.00’an a li Gare de LE’stê banga tevlêbûnê hate kirin.
VIYANA
Li paytexta Avûstûryayê Viyanayê Kurdistanî li meydana Stephandomê hatin cem hev û êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de bi dirûşma ‘Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime’ şermezar kirin.
ATÎNA
Li Atînayê, paytexta Yewnanîstanê jî Kurdistanî li parka Syntagma civiyan û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk, komkujiyan li ser sivîlan bi wêneyan nîşan dan û dewleta Tirk şermezar kirin.
SALZGITTER
Li Salztîgîtterê ya Elmanya Kurdistanî xwedî li Berxwedana SerdemE derketin û êrîşên bi hewldana dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Di çalakiyê de bang hate kirin ku xwedî li Efrînê were derketin.
STUTTGART
Li Stûttgartê ya Elman jî Kurdistaniyan çalakiyeke kondanînê pêk anîn û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi li xwe kirine kefenê spî yê xwînkirî şermezar kirin û danezan belav kirin.
ESSEN
Li Essenê ya Elmanyayê Komîsyona Karê Derve yê Meclîsa Şengalê ya Bêrîvanê dosyayek amde kirin ku di dosyayê de çekên NATO’yê û Elmanyayê yên ku di êrîşa ser Efrînê de têne bi kar anîn bi cih girtin.
LEVERKUSEN
Li Leverkusenê ya Elmanya bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Nûcanê çalakiyeke şermezarkkirinê pêk hat û hate gotin, ‘’Panzêrên Elmanya ji Kurdistanê bicehimin’, ‘’Yek e yek e yek , Kurdistan yek e’’
BREMEN
Li Bremanê ya Elmanya bi hezaran kes hatin cem hev û bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên YPG, YPJ’ê meşiyan.
Piştî meşê axaftinek hate kirin ku û hate destnîşankirin ku di êrîşên dagirker de tangên Elman tên bikaranîn û hate xwestin ku Elmanya panzêrên xwe bikişîne.
ASCHAFFENBURG
Li Aschaffengbûrgê ya Elmyan Kurdistaniyan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û bi dirûşmeyan gotin ,’’Kujerê zarokan Erdogan’, ‘Bijî berxwedana Efrînê’’.
ULM
Li Ulmê ya Elmanya êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û hate gotin, ‘’Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime.’’
BERLÎN
Li Berlînê ya Elmanya li meydana Brandenbûrg Torê Kurdistanî hatin cem hev û êrîşên barbar ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kriin.
MUNÎH
Li Munîhê ya Elmanya ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyen wê çalakiya kondanînê hate kirin. Di çalakiyê de hate gotin Kurd bi tangên Elmanya têne kuştin û bang li gelê Elman hate kirin ku zextê li ser hikûmeta Elman bikin.
BONN
Li Bonnê ya Elmyan jî Kurdistanî li Bottlerplatzê hatin cem hev û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê bi dirûşma ‘’Efrîn ne bêxwedî ye’ şermezar kirin.
GELDERN
Li Geldern a Elmanya jî Kurdistanî hatin cem hev,alayên YPG, YPJ’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efînê bi dirûşmên ‘kujer Erdogan’, ‘Tirkiye ji Kurdistanê bicehime’, ‘Terorîst Erdogan’ şermezar kirin.
CINÊV
Li Cinêvê jî êrîşên dewleta Tirk li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî hate şermezarkirin.
Li ber avahiya NY’yê kon hate danîn, Kurdistaniyan pêşmalkên spî li xwe kirin, ku li ser wan ‘’Erdogan zarokan dikuje’ hatibû nivîsîn.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û di belavokan de dihate gotin dewleta Tirk li Efrînê komkujiyan li ser sivîlan dike.
ZÛG
Li Zûgê ya Swîsreyê Kurdistanî li stesyona navendî hatin cem hev û berxwedaniya Efrînê slav kirin. Di çalakiyê de tim hate gotin, ‘Bijî berxwdana Efrînê’, ‘Kujer Erdogan’.
Kurdistaniyan her wiha bêdengiya hêzên navnetewî ya li ser êrîşên Efrînê şermezar kirin.
S.T GALLEN
Li St. Gallanê jî bi sedan Kurdistanî li Barînplatzê hatin cem hev û êrîşkariya dagirker a dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kirin.
Di çalakiyê de tim hate gotin, ‘Kujer Erdogan’, ‘Terorîst Tirkiye’ û ‘Bijî berxwedana Efrînê.’’
BASEL
Li Baselê ya Swîsreyê jî Kurdistanî û dostên wan li Claraplatzê hatin cem hev û bi dirûşmeyan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê şermezar kirin.
Di çalakiyê de alayên YPG, YPJ, PKK’ê hatin hildan û hate gotin ,’Terorîst Turkeî, Dîktator Erdogan’’