Kurd li Cenevre û Stockholmê ji bo Ocalan li qadan bûn

Li bajarê Cenevre ya Swîsreyê ciwanên Kurd çalakiya kon a 3 rojan ji bo Ocalan dan destpêkirin, li bajarê Stockholm ê Swêdê jî li pêşiya parlemetoyê çalakiyek hate kirin.

Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevre çalakiya kon a 3 rojan hate destpêkirin.

Konê ku bi sirûda ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hate vedan, pankarta ‘Em ji jiyana Ocalan bi fikar in’ hate vekirin, alên PKK, KCK, TJK-E û posterên Ocalan hatin hildan.

Di çalakiyê de ku biryara DYA ya li ser sê pêşengên Kurd dayî, hate şeremzarkirin, belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.

Di daxuyaniya li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger hate kirin de, hate gotin ku biryara DYA’yê domdariya komployê ye û vê biryarê nasnakin û ev tişt gotin: “ Heta Rêbertiya me azad bibe, em ciwanên Kurd ji bo Rêbertiya xwe li qadan û di nava çalakiyan de bin.”

Çalakiya kon heta roja Çarşemê saet navbara 13:00-18:00’an de li pêşiya avahiya NY’yê dom bike.

Her wiha wê 14’ê Mijdarê roja Çarşemê wê li dijî biryara DYA’yê ya li ser rêveberên PKK’ê li pêşiya Sefaretxaneyên DAY yên li Bern û Zurîhê ya Swîsreyê çalakiyên protestoyî yên girseyî bê kirin. Çalakiya li Zurîhê wê saet 11:00’an li Dûfoûrstrasse 101 û li Bernê jî saet 14:00 li Sûlengeckstrasse 19’an bê kirin.

LI PÊŞIYA PARLEMETOYA SWÊDÊ ÇALAKÎ

Ji bo azadiya Ocalan li qada pêşiya Parlemetoya Swêdê çalakiyek hate kirin. Li ser banga Komeleya Jinên Kurd a Amara û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê li qadê kon hate vedan. Ji bo protestokirina tecrîdê li qadê qefesek hate danîn. Li ser nepoxên bi rengên spî yên bi nivîsên ‘Ji Ocalan re azadî’ ‘Free Ocalan’ hatin daliqandin. Dowîzên ku daxwaza azadiya Ocalan dikirin hatin bilindkirin.

Her wiha li konê wêneyên sê pêşengên Kurd Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan ên di derbarê wan de DYA biryara xelatkirinê dane jî hatin daliqandin û pankarta bi nivîsa ‘Destê xwe yên bi xwîn ji Kurdan bikişînin’ hate vekirin.

Çalakvanan li qadê yelekên ku wêneyên Ocalan û nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî’ li ser li xwe kirin, ji bo kesên derdor têkildarî tecrîda li ser Ocalan belavok belavkirin.

Li Qadê bi Îngilîzî û Kurdî sirûdên şoreşgerî hatin xwendin û tecrîd hate şermezarkirin. Li vir daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi milyonan Kurd daxwaza azadiya Ocalan dikin û got: “Berdana girtiyên siyasî yek ji gavên girîng ên ber bi aştiyê ve tên avêtin e.”

Hate bibîrxistin ku girankirina tecîrda li ser Ocalan bi temamî rê li ber kûrkirina şer vekiriye û ev tişt hate gotin: “Erdogan ji bo astengkirina çareseriyeke aştiyan e, tişta ji destê tê dike. Em li Kurdistanê çareseriyeke aştiyane û demokratîk dixwazin. Pêşniyara Abdullah Ocalan a li welateke demokratîk xweseriyeke demokratîk temînata çareseriyê ye.