Kurd li Bexdayê 6 kursiyên din jî dixwaze

Kurd li Bexdayê 6 kursiyên din jî dixwaze

Berdevkê koma diyalogê ya Kurdistanê ya li Parlamentoya Iraqê Muayed Teyîb, daxwaz kirku hejmara kursiyên ji kurdan re hatine veqetandin zêde bibe.

Ji hilbijartinên giştî yên Iraqê re demek kurt ma û di navbera Kurd û hikûmeta Bexdayê de nîqaşên temsiliyetê zêde dibin. Berdevkê Koma Diyalogê ya Kurdistanê Muayed Teyîb der barê mijarê de nirxandinek kir û da zanîn ku divê li parlamentoya Iraqê ji bo kurdan zêdetir kursî bên veqetandin.

Muayed Teyîb di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ger di pergala hilbijartinê de pergela yek netewî pêk neyê li sê eyaletên ku wek herêma Kurdistanê tê nirxandin, hejmara kursiyan divê zêde bibe.

Teyîp bi lêv kirku zêdekirina 6 kursiya mafê herî xwezayî yên Kurdane û wiha pê de çû: “Ger di hilbijartinan de pergala yek gelî pêk were, wê demê  hejmara kursiyên niha di destê kurdan de dê zêdeti bidest bixe. Lê heta îro li parlamentoyê fraksyonên siyasî yên heyî pêşniyara koma diyalogê qebûl nekirine. Ji ber ku ger vê bide kurdan, dê herêmên din jî bixwazin.

Di rojên borî de  Hikûmeta Herêma Kurdistanê der barê vê mijarê de daxuyaniyek dan û daxwaz kiribûnk u qanûnên hilbijartinê biguherin û bi hikûmeta navenî ya Iraqê re ji bo vê muzakere bikin komîsyonek avakiribûn.

Serokê herêmê Mesut Barzanî jî diyar kiribûn ku di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de şaşiyên berê bên dubarekekirin dê tevli nebin û daxwaz kiribûn ku pergala hilbijartinê bê guhertin.