BI DÎMEN

Kurd li Berlînê bi antîfaşîstan re meşiyan

Li paytexta Elmanya Berlînê, kurdan bi antîfaşîstan û şoreşgeran re meşek organîze kirin.

Ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava û Şengalê, şermerzarkirina firotina çekan û alîkariya Elmanyayê ji bo dewleta Tirk û balkişandina ser tecrîda li derveyî mirovahiyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, duh saet di 15:00 de bi pêşengiya NAV-DEM Berlînê ji ber komeleya Kurd meşekê dest pê kir. Kurdistanî bi qasî 5 kîlometreyan meşiyan û tevlî meşa Ciwanên Antîfaşîst bûn, ku her sal bi rengekî kevneşop di 30'ê Nîsanê de li Leopoldplatzê tê lidarxistin.

Kurdistaniyan bi pankartên xwe û axaftina bi Kurdî, Elmanî û Tirkî, êrîşên dewleta Tirk û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Di çalakiyê de bang li Elmanya û Ewropayê hate kirin ku nebin hevparê sûcê li dijî mirovahiyê yên Erdogan ê faşîst.

Kurdistaniyan her wiha bal kişandin ser rola PDK'ê ya di komkujiyên Kurdan de.

Di dema meşê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan", "Jin, jiyan azadî", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana Şengalê" û "YPG, YPJ rûmeta mirovahiyê ne" hatin qîrîn.

Kurdistanî bi qasî 10 kîlometreyan bi ciwanên antîfaşîst ên Elman re meşiyan û bang li Kurdistaniyên li Berlînê dijîn kirin, ku tevlî çalakiyên 1'ê Gulanê bibin.