‘Kurd di sendoqê de wê bersiva AKP’ê bidin’
Yek ji namzeta HDP’ê ya Wanê Mukaddes Karakoç ku li Wanê bi dilgermî tê pêşwazîkirin, got Kurd di sendoqê de wê bersiva hewce bidine bloka faşîst a AKP-MHP’ê.
Yek ji namzeta HDP’ê ya Wanê Mukaddes Karakoç ku li Wanê bi dilgermî tê pêşwazîkirin, got Kurd di sendoqê de wê bersiva hewce bidine bloka faşîst a AKP-MHP’ê.
Namzeta parlamenteriyê ya HDP’ê ya Wanê Mukaddes Karakoç got li dijî tifaqa faşîst û gemarî ya AKP-MHP’ê Kurd bi yekîtiyê wê bersivê bidin û lîstikê xira bikin.
Li Wanê xebatên hilbijartinê kuçe bi kuçe, mal bi mal têne kirin. Jin û ciwan pêşengiyê ji xebatan re dikin. Karakoç go bi vê hêz û vînê HDP li Wanê wê 8 parlamenteran derxîne û got, ‘’24’ê Hezîranê dengek ji HDP’ê re, dengek ji Demîrtaş re.’’
BLOKA FAŞÎST A AKP-MHP’Ê GEMARÎ YE
Karakoç diyar kir ku li Wanê xebat bi coşiyekê didomin, got HDP ji roja ku hatî avakirin tim bûye dengê Kurdan û gelên çewisandî û domand: ‘’Bloka faşîst a AKP-MHP’ê gemarî ye. Vê bloke tenê êş ji Kurdan û gelên din re anî. Li gorî van Kurd nîn in û ‘Kurdê baş ê mirî ye’.
Îro van du hişmendiyan li dijî Kurdan tifaq danîne. Kurd wê lîstika vê bloka faşîst û gemarî bi yekîtiyê xira bikin. Kurd li dijî vê hişmendiya faşîst 24’ê Hezîranê biçin ser sendoqê û wiha bersivê bidin.’’
RÊYA AZADIYÊ DI HDP’Ê RE DIÇE
Karakoç diyar kir ku HDP partiya jin û ciwanan e û rêya azadiyê, aştiyê di HDP’ê re diçe. Karakoç got jinên Wanî bi vê hişemdiyê tevlî nav xebatan dibin û got, ‘’Bi vîn û hêza jinê HDP wê serkeftineke mezin bîne.’’
Karakoç got ew li navenda Wanê û navçeyan pir dixebitin, çi devera ku diçinê dibe mîna mîtîngê, gel bi dilgermî pêşwaziya wan, partiyê dike û jin pêşengiya xebatan dikin. Karakoç got, ‘’Bi vîna xurt a jin û ciwanan HDP wê serkeftineke mezin bîne.’’
24’Ê HEZÎRANÊ DENGEK JI HDP’Ê, DENGEK JI DEMÎRTAŞ RE
Karakoç got ev vîna xurt li Wanê wê 8 parlamenteran bîne û got, ‘’HDP ji bo ku partiya gelan e; hemû derdorên Wanê li bin banê HDP’ê hatin cem hev. HDP ku partiya aştî, biratî û hêviyê ye, di serî de li Wanê, li herêmê û Tirkiyê wê serkeftineke mezin bîne. Bi vê hêviyê, em bang li gelê Wanê dikin ku 24’ê Hezîranê biçin ser sendoQê û dengekî bidin HDP’ê, yekî bidin Demîrtaş.’’