Kurd dê di salvegera kampanya ji Ocalan re azadî li Strasbourgê bin

Kurd dê di salvegera kampanya ji Ocalan re azadî li Strasbourgê bin

Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber Konseya Ewropayê destpêkir, nêzî salekê dibe. Kurdistaniyên li Ewropayê jiyan dikin, di yekemîn salvegera çalakiyê de dê li Strasbourgê bên gel hev û daxwaza azadiya Ocalan dubare bikin.

Çalakiya nobetê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg yê Fransayê destpêkir û her hefte bi komek nû dihat birêve birin, dê di salvegera çalakiyê de mitîngek mezin were li darxistin. Di çalakiya mitîngê ya dê di 25’ê Hezîranê roja Sêşemê ji demjimêr 10’an heya 16’an berdewam bike, dê encama salekeê ya Kampanya Îmzeyan ya ji Ocalan re Azadî pêşkêş bikin.

Di çalakiya ku dê heyetek hevdîtinê li gel Konseya Ewropa, Parlementoya Ewropa û Komisyona Şopandina Mafê Mirovan (CPT) pêkbînin de, nûnerên saziyên Kurd yên li Ewropayê jî dê tevlî bibin. Di çalakiya ku li ser navê Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî weke axaftinvan tevlî bibin de, çav lê ye ku Fransiyên piştgirî dane kurdan û siyasetmedarên Ewropî jî tevlî bibin.

KOMÎTEYA AMADEKAR: “PEYAMEK BIHÊZ BIDÎN’

Di çalakiya 25’ê Hezîranê de dê Kurdistaniyên li herêmên Alsas-Loren yên Fransa, bajarê Basel û derdorê wê yên Swîsre, bajarên Lahr, Offenburg, Freiburg yên Almanya beşdar bibin. Her wiha ji ber yekemîn salvegera kampanyayê bidehan hunermendên endamên Tev-Çandê dê tevlî bibin. Di çalakiyê de dê hunermendên Kurd derkevin ser dikê.

Li aliyê din daxuyaniya ku ji aliyê komîteya amadekar ya Nobeta ji Ocalan re Azadî hatiye kirin, biboneya yekemîn salvegera kampanyayê banga tevlîbûna mitîngê kir. Li ser navê komîteyê Munzur Emekçî axivî û da diyarkirin ku, girînge ku kesên li Fransa û welatên derdorê jiyan dikin, yên li hemberî tekoşîna Ocalan û girtiyên siyasî şiyar tevlî mitîngê bibin.

Komîteya amadekar Emekçî destnîşan kir ku, li rexmî hewaya xirab jî çalakiya Nobeta ji Ocalan re Azadî bi awayek biryar hatiye birêve birin û anî ziman ku, pêwîste di yekemîn salvegera kampanyayê de Kurd peyamekî bihêz bidin cîhanê.