Kujerên windayên Kerboranê hêjan li ser peywirê ne
Kujerên windayên Kerboranê hêjan li ser peywirê ne
Kujerên windayên Kerboranê hêjan li ser peywirê ne
Fermandarê Tabûrê yê wê demê Xurşît Îmren û Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tîre li Kerkobarê bi îdiaya ku di sala 1995’an de bi windakirina 3 jê zarok 7 gundî û çawişekî pispor têne darezandin, hêjan li Sêwas û Bodrûmê peywirê xwe yê şaredariyê didomînin. Xurşît Îmrenê ku ANF’ê xwe gihandiyê got, “dewletê çi karê ku daye me, me pêkanî” bi vê gotinê dide diyarkirin ku windakirin polîtîkayekî dewletê bûye, birayê Seyhan Dogan Qedrî Dogan jî balkişande ser ku, Îmren ji CHP’ê weke şaredar hatiye hilbijartin. Her wiha berteka “Parlementerên CHP’ê jî bêy ku şermê ji xwe bikin, tevlî çalakiyên Şemiyê dibin û dibêjin ‘Em dê vî karî bi hev re çareser bikin’. Kujer niha li gel te ne. Tu kê di xapînî” nîşandan.
Di dawiya meha Cotmehê û serê Mijdara sala 1995’an de Silêman Seyhan (57) Ebdurehman Coşkun ( 21), Ebdurehman Olcay ( 20), Mehmet Emîn Aslan (19), Nedîm Akyon (16), Seyhan Dogan (14), Davut Altinkaynak (13) ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan ya Kerboranê ve hatin binçavkirin. 3 jê zarok ji 7 kesan êdî agahî nehate girtin.
Her çendî ku ji gundiyan Silêman Seyhan piştî 4 mehan termê wî ku serê wî jê qutkirî dîtin jî, lêpirsîna li Amedê destpêkir salên dirêj li ser rafên bitoz ma. Heta ku di sala 2012’an de li derdora bîrê de sê kiloxê serî, hestiyê ran, erzing, dirûş, hestiyên movik û perçeyên cil hatin dîtin...
Dosya careke din hate vekirin, beyanên ku şahidên veşartî û gundiyan dan agahiyên ecêb derketin holê.
Li gorî beyanên hatine dayîn, di nav de Seyhan Doganê 13 salî jî heyî 3 jê zarok 4 kes bi awayekî hovane avêtine bîrê de, Çawişekî Pispor yê binavê Bîlal Batirir jî ku bûyer dizanî û vekirî nerihetiya xwe anî ziman ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan ya bajar ve li odeya qazanê (kalorifer) hatibû şewitandin.
ZAROK DESTPÊKÊ AVÊTIN ŞKEFTÊ PIŞTRE AVÊTIN BÎRÊ
Şahidê veşartî ê di dosyayê de gotibû, “Silêman Seyhan ji aliyê Fermandarê Tabûrê Xurşît Îmren û Fermandarê Cendirmeyan yê Bajar Mehmet Tîre û leşkerekî payedar ê navê wî nayê bîra min û yên beşdarî vana bûn, her wiha cerdevanan ve hatiye kuştin û li gundê cerdevana avêtine bîrekê, zarokên mexdûr ên windabûne jî di 29.10.1995’an de bi îdiaya ku alîkarî dane rêxistina PKK’ê, ji aliyê heman kesan ve hatin binçavkirin, piştre zanî ku ew zarokên mijara gotinê hatine kuştin, heta bi mexdûran re çûne wesayîtên BTR dengê çekdan hatiye û Mehmet Tîre ji çavê xwe birîndar bûye, hatiye dermankirin, zarokên winda bûne piştî kuştine avêtine şikeftek ya gundê cerdevana lê piştî ku bûyer hatiye bihîstin term ji şikeftê hatine derxistin, avêtine nêzî gundê Bagozu yê.”
ÇAWIŞÊ PISPOR Ê BÛYER DIZANÎ ODEYA QAZANÊ (KALORÎFER) ŞEWITANDIN
Şahidê veşartî da diyarkirin ku, Çawişê Pispor ê Cendirmeyan yê binavê Bîlal Batırır ku bûyer dizanî û nekarî xwe li ber îşkenceyê wê demê bigire, ji wî re gotiye, cihê termê Silêman Seyhanê hatiye kuştin jî ji xizmên wî re dibêje, aşkera kir ku heta gotiye ji bûyerên rûdaye nerihet bûye û ji derdorê re jî gotiye. Şahidê veşartî îdiakir ku, ji ber vê çendê dema Batirir vedigere Xurşît Îmren û Mehmet Tîre, Batirir vedixwînin Fermandariya Cendirmeyan ya Bajar û wî di avêjin odeya qazanê û di şewitînin. Vê bûyerê astsubayekî binavê Elî ku paşnavê wî nayê bîrê yan jî çawişekî pispor gotibû, lê belê wê demê ditirsiya ku bûyerên dizanî vebêje.
ÎMREN: PEYWIRA KU DEWLETÊ DA MIN, MIN PÊKANÎ!
Fermandarê Cendirmeyan yê Kerboranê yê wê demê Mehmet Tîre ku weke berpirsê van bûyeran hemûyan tê nîşandan, niha li navçeya Gumuşluyê ya Bodrûmê ji Partiya Demokratê (DP) şaredar e. fermandarê Tabûra Cendirmeyan ya Mêrdînê yê wê demê Xurşît Îmren jî ji CHP’ê şaredarê bajarokê Çepnî yê girêdayî Sêwasê ye.
Şaredarê Bajarokê Çepnî ê Sêwasê yê CHP’ê Xurşît Îmren ku ANF’ê xwe gihandê û piştrast kir ku, wê demê Fermandarê Tabûra Komando bû, lê belê sûcdariyên ku lêtên kirin redkirin. Îmren got, “Çi eleqeya min bi wan kuştinan re tuneye, min li wir peywira ku dewletê da bû min, min pêkanî. Fermandarê Tabûrê me, derdikevîn operasyonan, eger em rastî terorîstan bên dê tişta pêwîst bikîn. Ez Bîlal Batirir nas nakim. Me li hember PKK’ê şer kir, ji bo welat û gelê xwe” û telefon li rûyê me girt.
ME BIHEWILDANÊN XWE ŞOPA SEYHAN DÎT
Ji windayên Kerboranê birayê Seyhan Dogan Qadir Dogan jî salên xwe bi lêgerîna birayê xwe derbaz kir.
Doganê ku herî dawî 8’ê Midara 1995’an de hate binçavkirin û herî dawî hestiyên wî di bîrek ya gundê Bagozu hate dîtin, ji ber ku mezarek yê birayê wî heye ku gulan dane ser hinekê dilê wî rihet bûye.
Xemgîniya wî a herî mezin jî, bav û dayîkên wî ên di oxira wî de jiyana xwe ji dest dan, agahiya wan ji vê tune ye...
Qedrî Dogan dide diyarkirin ku, dema birayê wî Seyhan û Haznî hatin binçavkirin ew li Stenbolê bû û got; “Şevê di demjimêr 03:00’an de di ser malê de girtibûn, min ji dayîka xwe zanî zarok bi cilên binî ve biribûn. Li fermandariya cendirmeyan ya bajar çavên wan girêdan, avêtin askiya filistînê û bi rojan êşkence lê kirin. Haznî serbest berdan, me careke din ji Seyhan agahî negirt.”
Dogan da zanîn ku, herî dawî beriya salek û 8 meh bi hewildanên xwe, xwe gihandine hestiyên birayê xwe. Herwiha bivekirina bîrê re hovîtiya ku derketiye holê bi van gotinan rave kir:
“Piştî kuştin, term avêtine binê bîrê. Qirş û mirş avêtine ser û agir pêxistine, her wiha madeyekî kîmyewî avêtine ser, kevirê ku ji bo serê wê rast bikin bikaranîne jî avêtibûn têde, ji vê jî têrnebûne, heta devê bîrê brîket avêtine têde. Dozgerê Kerboranê, bi kepçeya şaredariyê ew brîket hemû derxistin. Lê ji ber ku bîre pir kûr bû, di cara destpêkê de tiştek nehate dîtin û dozger çû, me bi rayedarên şaredariyê re şevê jî kolana bîrê dom kir. Û di demjimêrên direng ên şevê de me ji bîrê hestiyek yê ling derxist. Me jî ew hestiyê mirovan ji dozger re bir. Sibehê jî ji bîrê kilosê serî, qezax û pêlav derketin. Ev hemû xistin poşetekê ji bo testa DNA’yê şandin Saziya Tiba Edlî. Pêwîst ku 5 kes di bîrê de bêne dîtin, tenê hestiyên Seyhan û Mehmet Emîn Aslan hatin dîtin. Lê belê bêhtirî xwe dozger çav lê bû hestiyên çawişê pispor derbikevin.”
CHP’IYÊN KU KUJER KIRINE ŞAREDAR, TEVLÎ ÇALAKIYÊN ŞEMIYÊ JÎ DIBIN!
Dogan bibîrxist ku, Mehmet Tîre û Xurşît Îmrenên berpirsên sereke ên qetilkirina 7 gundî û çawişê pispor, îro Tîre li Bodrûmê Şaredar e, Îmren jî li Sêwasê Şaredar e û hêjan li ser karên xwe ne. Dogan da diyarkirin ku, “Parlementerên CHP’ê şermê jî ji xwe nakin tevlî çalakiyên Şemiyê dibin û ji me re dibêjin ‘Em dê vî karî bi hev re çareser bikin’. Beriya ku tu vî karî çareser bikî, destpêkê temaşe bike ku te kesek çawa kiriye şaredar, tu destpêkê sêvên rizî ên di nava xwe de çareser bike. Qatil niha li gel te ne. Tu kê dixapînî.”
Dogan destnîşan kir ku, bav û dayîkên Seyhan ji qehrên Seyhan mirin û da zanîn ku, “Dayîka min û bavê min bi salan li Seyhan geriyan. Li hemû deriyên rayedaran da. Lê belê dest jê ber de aqûbeta Seyhan bizane, dayîka min û bavê min jî êşkence kirin. Ji bo ew van rojan bibînin dê her tiştê xwe daban.” Qedrî Dogan aşkera kir ku, ew dê gorên bav û dayîka xwe ên li Stenbolê bîne Kerborana Mêrdînê û dê Seyhan jî bîne gel wan defin bike.
Dogan anî ziman ku, di qetilkirina 8 kesan de ji cendirmeyan bigire heya sîxuran, ji cerdevanan heya şaredarên wê demê tiliya herkesê tê de hey û got, “Em perîşan kirin. Em nizanin cejin çawanin. Heta ku ev kesane neyên ceza kirin em dê rihet nebin.”
AYGUN: DI DERBARÊ MIJARÊ DE AGAHIYÊ MIN TUNE NE
Parlementerê CHP’ê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun jî îdiakir ku, agahiya wî ji tiştek wisan tuneye, lê belê mijarek wiha beriya vê di çalakiya dayîkên Şemiyê de bihîstiye. Aygun da diyarkirin ku, kesên ku jiyana wan bi windayên kujerên wan nediyar û îdiaya windakirina mirovan qirêjbûne, pêwîste di tu peywirên gelemperî û civakî de cih negirin. Aygun got: “Eger rast be ev yek nayê qebûl kirin. Yê ku sûcê mirovahiyê kiribe nayê qebûlkirin ku di peywirek yê gelemperî û civakî de cih bigire.”