Ev 26 sal derbas bûn ku rewşenbîrê Kurd, nûçegihan-nivîskar Mûsa Anter, bi gotina Kurd Apê Mûsa ji hêla JÎTEM'ê ve hatî kuştin. 20'ê Îlona 1992'an Apê Mûsa ku tevlî Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê bûyî û pirtûkên xwe îmze kirî, êvarî li Taxa Seyrantepeyê lê reşandin û di 72 saliya xwe de hate kuştin. Parlamenterê AKP'ê Orhan Mîroglu ku wê rojê li gel Apê Mûsa bû û piştre derketî holê ku endamê
MÎT'ê yê bi navê xwe yî kod 'Tayfûn' e bi birîndarî xilas bû.
Ji hêla her kesî ve dihate zanîn ku faîlê Apê Mûsa ku ji hêla şebekeya cinayetê ya dewleta Tirk JÎTM'ê ve hatî kuştin, ne meçhûl e. Lê li Tirkiyê ji lêpirsîna 8 salan tiştek derneket. Li ser vê malbata Anter sala 2000'î serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da.
CÎNAEYETÊ DI RAPORÊN SUSURLUKÊ DE CIH GIRT
Dadgehê piştî ku doz qebûl kir û danî ber xwe parêzerên ku 2005'an parastina Tirkiyê dikirin bi teklîfa 'lihevkirinê' çûne cem malbatê û 15 hezar Euro pêşniyar kirin. Malbatê pêşniyara tazmînatê qebûl nekir û xwest ku doz bidome. Di encamê de 19'ê Kanûna 2006'an Tirkiye li DMME'yê sûcdar hate dîtin, bi sedema ku mafê jiyanê hatiye binp^keirin. Tirkiye mehkûm bû ku 28 hezar û 500 Euro ceza bide.
Di Rapora Susurlukê de derkete holê ku Apê Mûsa ji hêla JÎTEM'ê ve bi rengekî planirî hatiye kuştin. Di raporê de derbarê Mûsa Anter wiha hatibû gotin, ''Kesên ku li dijî yekîtî û yekerebûna welêt xwedî çalakiyê ne cezayê herî giran heq kirine. Tê gotin Mûsa Anter ne xwedî çalakiyeke çekdar bûye, bêhtir bi fîlozofiya kar re mijûl bûye, bandora piştî kuştina wî ji bandora wî bêhtir mezin bûye û biryara kuştina wî şaş bûye.''
DMME'YÊ TIRKIYE SÛCDAR DÎT
Tetîkêşê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan jî piştî bi salan li ser cînayeta Apê Mûsa li xwe mikur hat. Aygan got cînayeta Apê Mûsa JÎTEM'ê plana wê daniye û damezirînerê JÎTEM'ê Serbaz Ahmet Cem Ersever, Mahmût Yildirim ê navê kod Yeşîl, endamên JÎTEM'ê Mustafa Denîz, Savaş Gevrekçî, Alî Ozansoy, îtîrafkar Cemîl Işik (Hori) û Hamît Yildirim berpis in.
Li gel mehkûmkirina DMMEyê û mikurhatinên Aygan jî doza cinayeta Apê Mûsa tim li erdê hate hiştin. Piştî ku di ser cînayetê re 20 sal çûn, 29'ê Hezîrana 2012'an li Şirnexê bi girtina tetîkêş Hamît Yildirim doz ji 'derbasbûna demê' xilas bû. Îdîanameya ku 25'ê Hezîrana 2013'an hatî hazikriin ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 7'an ve hate qebûlkirin.
'MÎROGLU 'TAYFÛN'Ê MÎT'Ê BÛ'
Doza Cînayeta Mûsa Anter 2014'an ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hate qebûlkirin ku bi Doza Sereke ya JÎTEM'ê re bibe yek. Lê doz 2015'an bi hinceta 'ewlekariyê' birin Enqerê. Li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Enqerê li ser 18 kesan ku di na wan de Mahmût Yildirim, Savş Gevrekçî, Abdulkadîr Aygan, Hamît Yildirim, Cemîl Işik, Muhsîn Gul, Mehmet Zekî Karedenîz û Fethî Çetîn hebûn, ji sûcê 'bi temamû kuştina mêran' cezayê muebbeta girankirî hate xwestin.
Di dozê ku bi salan dewam kir bersûcan hemû sûcdarî red kirin, li ser mikurhatiyan Mahmut Yildirim,Fethî Çetîn , Abudlkadîr Aygan, Muhîn Gul û Cemîl Işik biryara girtinê hate standin. Velî Kkuçuk û Mehmet Eymur bi rengê şahid li wan hate guhdarkirin. Kuçuk JÎTEM jî di nav de her tişt ed kir, Eymur got Orhan Mîroglu yê li cem Apê Mûsa, ku navê wî yê kod Tayfûn ji MÎT'ê re dixebitî û ji bo ku kuştinê bavêje ser PKK'ê ew sax hiştine.
TEKANE KESÊ KUJER HATE BERDAN
Dadgehê li gel îfadeyên şahidan û delîlan ji dozê tekane kesê girtî Hamît Yildirim berda. Cem Ersever, Mustafa Denîz, Kutlu Savaş û Neval Boz ku navê wan di nav cinayetê de derbas dibû hatin kuştin. Abdulkadîr Aygan jî li Swêdê dijî. Çi bi Yeşîl hate kesek nizane. 11'ê Tîrmeha 2018'an di danişîna dawî ya cînayeta Apê Mûsa de biryar hate standin ku li Ismaîl Hakki Pekîn, ku serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê ya Seroktiya Serekerkaniyê ye, ku dibêje Yeşîl sax e, were guhdarîkirin û dadgeh taloqî 14'ê Mijdarê bû.
Di cîneyeta Musa Anter de ku 26 sal di ser re derbas bûn, tê xwestin ku weke cînayetên dî yên 'faîlî meçhûl' ser were nixumandin. Di dema AKP'ê de ku kujer têne berdan û xelatkirin di dosyayên cînayetê yên 'faîlî meçhûl' de li gel ku faîl û kesên li pişt wan têne zanîn jî hatin girtin. Heke doza Apê Mûsa jî wiha bidome piştî bi 4 salan wê 'dem di ser re derbas' bibe.
JIYANA WÎ LI GIRTÎGEH Û SIRGÛNÊ DERBAS BÛ
Apê Mûsa ku 1920'an li gundê Ziwingê ya Stilîlê ya Nisêbînê jidayik bûyî jiyana wî li girtîgeh û sirgûnê derbas bû.
Apê Musa piştî ku sala sêyan Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê berda, ji Postaya Şarkê û Dîcle Kaynagi re nivîsî. Ji ber sedema helbesta 'Qimil' a di rojnameya Îlerî Yurt de 1959'an di Doza 49'an de bi darvekirinê hate darizandin. Apê Mûsa piştî Darbeya Gulanê hate berdan û li Deng, Bariş Dunyasi û Yonê nivîsî.
WÊ WERE BIBÎRANÎN
1963'an bi doza 23'yan dîsa kete girtîgehê. 1967'an şandin Sirgûnê. Darbeya Îlonê ji ber 'Propagandya Kurdîtiyê'' hate girtin. Bi tevahî 11,5 salan li girtîgehê ma. Di gelek rojname û kovarên wekî Azadiya Welat, Yenî Ulke, Ozgur Gundem, Rewşen û Telo de nivîsî. Pirtûkên bi navê Birîna Reş, Qimil nivîsi, her wiha Ferhenga Kurdî-Tirkî hazir kir Hatiralarim ı, ıı nivîsî. Her wiha berhemên Vakayiname, Firat Marmaraya Akar û Çinara Min nivîsî.
Îro salvegera kuştina Apê Mûsa ye, merasîma pêşî wê saet 11.30'an li Seyrantepe be, li cihê ku lê hatî kuştin. Piştî nîvro jî li ser gora wî li Nisêbîn li gundê Stîlîlê saet 15.00'an wê were bibîranîn.