Kronolojiya têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê

Têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê ku bi desteserkirina Hatayê re tengav bû, bi bûyerên 1957 û lihevnekirina li ser avê û PKK'ê heta Peymana Edeneyê dewam kir. Navbera salên 1998-2011'an bûn birayên hev. Bi dijminatiya Tirkiyeyê ya li Kurdan re têk çû.

Têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Sûriyeyê re bi giştî qet 'baş' nebû. Sînorê navbera Tirkiye û Sûriyeyê 910 kîlometre dirêj e. Li her du aliyên sînor malbatên xizmên hev hene.

Li gorî Tirkiyeyê, Sûriye malovaniyê ji 'terorê' re dike, di parvekirina çavkaniyên avê de pirsgirêkan derdixîne û ji aliyê erdnîgarî ve dest li yekparebûna xaka Tirk werdide. Lewma dewleteke 'dijmin' e. Li gorî Sûriyeyê jî, Tirkiye çavkaniyên avê parve nake, destekê dide cîhana rojava û li ser xaka Sûriyeye (Hatay) doza maf dike. Lewma 'dijmin' e. Her du dewlet bi giranî li ser bingeha van sernavan nêzî hev bûn û têkilî dan. Di nava 70 salî de li dijî hev hemû rê û rêbaz bi kar anîn. Sermeselê, TC li dijî baskê Elewî yê desthilatdariya li Sûriyeyê, metirsiya Sûnî her tim sor kir û weke amûrekê bi kar anî. Piştî ku sala 1998'an Peymana Edeneyê hate îmzekirin, têkilî ber bi aliyekî erênî ve çû. Sala 2011'an bi destpêkirina Şerê Sûiryeyê re ji nû ve veguherî kaosê. Navbera salên 1998 û 2011'an 12 salên vê têkiliyê weke yekane serdema erênî ya têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê tê dîtin.

HETA PEYMANA EDENEYÊ

Sûriyeyê sala 1946'an serxwebûna xwe îlan kir. Têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê ku bi desteserkirina Hatayê re tengav bû, bi bûyerên 1957 û lihevnekirina li ser avê û PKK'ê heta Peymana Edeneyê dewam kir.

Weke ku tê zanîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Tîrmeha 1979'an di ser Kobanê re derbasî Sûriyeyê bûbû û demeke dirêj li wir mabû. Wê wextê gelek têkilî danîbû. Polîtîkaya Ocalan a li ser Sûriyeyê derseke rasteqîn a siyasetê ye. Ocalan ji bo vê yekê dibêje, "Divê şert û merc baş werin bikaranîn. Min li Sûriyeyê min di nava mercên gelekî zehmet de siyaset kir. Hûn jî zanin, ji bo Esad dibêjin 'şêr'. Bîst salan min hevsengî şopand û bi vî rengî siyaset kir. Kesî ev yek rast fêhm nekir." Rewşa xitimandî ya 40 salên Tirkiyeyê jî ev mijar e. Mirov dikare bêje ku di bingeha her tiştî de ev heye. Timî giranî dan ser vê qadê. Gelek caran hatin ber destpêkirina şer.

RÛPELEKE NÛ YA TÊKILIYAN

Rayedarên her du dewletan sala 1998'an li Edeneyê li hev rûniştin û protokolek îmze kirin. Ev yek ji bo têkiliyên her du aliyan bû rûpeleke nû. Destpêka salên 2000'î têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê bi guhertina desthilatdariya li Tirkiyeyê re gelekî guherî û 'baş' bû. Piştre derket holê ku ev baş bûn di rastiyê de hilweşîn e.

JI SALA 2000'Î HETA 2010'AN

Em bala xwe bidin kronolojiya bûyerên navbera salên 2000'î û 2010'an qewimîne.

- Sala 2001'ê piştî ku George W. Bûsh bû Serokê DYA'yê û êrîşên 11'ê Îlonê pêk hatin, Sûirye li qada navneteweyî hate tecrîdkirin. Dagirkirina Iraqê û polîtîkayên ewlekarî yên li ser Rojhilata Navîn hatin meşandin ji gelek aliyan ve gefên hundirîn-derve li Sûiryeyê xwar. Sûriye yek ji kêm dewletên Ereb in ku rezervên xwe yên petrolê kêm in.

- Sûriye, Tirkiye û Îranê Nîsana 2003'an peymaneke sê alî îmze kirin. Xala ku di peymanê de bal dikişand wiha bû: "Astengkirina dewleteke Kurd a serbixwe."

SERDANA DESTPÊKÊ YA PIŞTÎ 58 SALAN

- Beşar Esad, li dijî destwerdana gengaz a DYA'yê ya li Sûriyeyê, ji bo têkiliyên bi cîranên xwe re deyne, Çileya 2004'an serdana Tirkiyeyê kir. Ev serdan, ji sala 1949'an û pê ve yekem serdana serokdewletekî Sûriyeyê bû ji bo Tirkiyeyê.

- Qanûna 2004'an Serokwezîrê wê demê Erdogan ji bo du rojan serdana Sûriyeyê kir. Heman salê di encama serdanan de biryar hate dayin ku bazirganiya navbera her du welatan bê xurtkirin, karê vîzeyê were hêsankirin, herêma mayinkirî ya li ser sînor bê paqijkirin û peymana bazirganiya serbest were îmzekirin.

- Sala 2005'an piştî sûîqesta Harîrî ku zexteke giran a navneteweyî li Sûriyeyê hate kirin, têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re dewam kir. Sala 2008'an di hevdîtinên aştiyê yên Sûriye-Îsraîlê de navbeynkarî kir û malovanî jê re kir.

- 1'ê Çileya 2007'an di navbera her du welatan de Peymana Bazirganiya Serbest hate îmzekirin û kete meriyetê.

- Sala 2009'an Peymana Rakirina Vîzeyê kete meriyetê.

BIRYARÊN YDSK Û 50 PEYMAN

- Di dema serdana Esad a Îlona 2009'an de ji bo Konseya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind (YDSK) a navbera her du welatan ava bibe, danezaneke siyasî ya hevpar hate îzmekirin. YDSK ku bi serokatiya Serokwezîran ava bû û ji her du welatan zêdeyî 10 wezîr bûn endamên wê, civîna xwe ya destpêkê ya di asta wezîran de 13'ê Cotmeha 2009'an li Heleb û Dîlokê pêk anî. Li ser mijarên siyasî, ewlekarî, tenduristî, çandinî, bazirganî, enerjiyê, ragihandin, av, perwerde, zanistî, çand, hawirdor û gelek mijarên din bi giştî 50 peyman hatin îmzekirin.

- 10'ê Hêzîrana 2010'an li Stenbolê di asta Wezîrên Karên Derve de civînek hate lidarxistin û di navbera Tirkiye, Sûriye, Urdun û Lubnanê de Konseya Hevkariya Çaralî ya Asta Bilind hate avakirin.

- Herî dawî ji bo parvekirina avê, hîmê Bendava Dostaniyê ya Asî 6'ê Sibata 2011'an hatin danîn.

Têkilî welê baş bûbûn ku êdî Esad wê li Bodrûmê bêhn veda. Bûbû 'bira'yê Erdogan. Li her derê jê re digot 'birayê min'.

SERDEMA PIŞTÎ SALA 2011'AN

Weke ku ji kronolojiya li jorê hate destnîşankirin tê dîtin, di dema AKP'ê de têkiliyên bi Sûriyeyê re gihîştin asta herî bilind. Piştî sala 2011'an jî daket asta herî nizm û gelekî nebaş bû. Sala 2011'an li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir. Xwepêşandanên ku 15'ê Adara 2011'an dest pê kirin, Nîsana 2011'an li gelemperiya welêt belav bûn. Gelê ku daxwaza reformê dikir, ji ber zexta dijwar a rejîmê, ji bo hilweşandina rejîma Esed rahişt çekan. Di navbera mûxalefeta çekdar û hêzên ewlekariyê yên rejîma Esad de şerê navxweyî derket. Şerê herî mezin li Hûms, Dera û Şamê qewimî û li gelemperiya welêt belav bû.

Krîza Sûriyeyê ji şerê navxweyî wêdetir veguherî nakokiya herêmî û global. Krîzê li Rojhilata Navîn rê li ber aloziya Şîa-Sûnî vekir. Bû sedema têkoşîna navbera aktorên li cîhanê yên destekê didin tevgerên demokratîkbûnê û dewletên destekê didin rêveberiyên otorîter.

LIV Û TEVGERA ZÊDE YA MÎT'Ê

MÎT'ê di pêvajoya sala 2011'an de li Sûriyeyê gelekî kar kir. Muşteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê wê demê Ahmet Davûtoglû re gelek caran civîn li dar xist. Timî tiştên nû pêşniyar kir. Erdogan jî ji gotinên xwe vegeriya û got, "Ez hez nakim bi rengekî girtî biaxivim. Dixwazim gotineke ji dil bêjim: Derya diçike, ev rê rêyeke girtî ye." Erdogan nerazîbûna xwe ya li dijî Beşar Esad gav bi gav dijwar kir.

TIRKIYE BÛ BAREGEHA 'ARTÊŞA AZAD' OSO

'Mûxalîf'ên Sûriyeyî li Stenbolê ofîs vekirin û hêzên çekdar Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) jî li bajarê Hatayê yê li ser sînorê Sûriyeyê bi cih bû. Hate ragihandin ku Hatay baregeha serkee ya OSO ye. Tirkiye ku desteka lojîstîk da OSO, destûr da ku ji sînorê Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bibin.

Di çarçoveya bernameya 'perwerde bike-bi çek bike' de ku bi DYA'yê re ev yek kir, endamên OSO yên li Tirkiyeyê perwerdeya leşkerî dîtin, sala 2015'an tevlî şerê li Sûriyeyê hatin kirin. Lê belê ji ber ku serketî nebûn, DYA'yê di demeke kin de ev bername qedand.

PÎVANÊN ANGAJMANÊ GUHERAND

Piştre bûyereke girîng qewimî. 22'ê Hezîrana 2012'an hate îdîakirin ku Sûriyeyê balafireke şer a Tirkiyeyê xistiye xwarê û du pîlotên li balafirê mirine. Piştî lêkolîneke demdirêj eşkere bû ku fuzeya ji Sûriyeyê hate avêtin li balafirê neketiye, lê belê ji ber ku fuze li hewaye teqiya ye, bi bandora vê teqînê balafir ji kontrolê derketiye. Piştî ku balafir kete xwarê, Tirkiyeyê pîvanên angajmanê guhernad û bi her awayî bersiv da.

Piştî vê bûyerê Tirkiyeyê desteka xwe ya ji bo mûxalîfên Sûnî/olperest zêdetir kir. Ji qada navneteweyî alîkariya pere û çekan jê re hate dayin. Êdî 'dijminatî' ketibû navbera 'bira'yan.

TEQÎNA LI REYHANLIYÊ

11'ê Gulana 2013'an li navçeya Reyhanli ya Hatayê 2 wesayitên bombebarkirî teqiyan û 52 kes mirin ku 5 jê zarok bûn. 130 kes jî birîndar bûn. Hîn ev bûyer zelal nebûbû, qeyda dengê Hakan Fîdan hate weşandin. Digot, 'Em dikarin ji aliyê Sûriyeyê du roketan biavêjin, şer derxînin. Ev yek karekî hêsan e."

Guhertina polîtîkaya AKP'ê ya li ser Sûriyeyê tenê bi Sûriyeyê re nema. Têkiliyên bi DYA, Rûsya û Îranê re jî ji binî ve guherîn. Rêya bi Yekîtiya Ewropayê re jî...

Bi şerê li Sûriyeyê re bi milyonan kes koçber bûn û berê xwe dan Tirkiyeyê. Erdogan koçberên hatin Tirkiyeyê bi rengekî ne exlaqî ji bo polîtîkayên xwe weke amûrekê bi kar anî. Ji bo pereyan ji Ewropayê bigire weke şantajê bi kar anî.

KURD Û DESTKETIYÊN KURDAN

Sedema bingehîn a krîza Sûriyeyê rewşa Kurdan e. Ji ber destketiyên Kurdan AKP'ê nêzîkatiya xwe guherand.

Pêngava Kurdan a li Rojava ku li ser bingeha Xeta 3. sala 2012'an pêk anîn, rê li ber panîkeke mezin vekir. Polîtîkaya înkar û tinekirina Kurdan li Sûriyeyê timî dewam kir. Bûyerên mezin ên piştî Bihara Ereban rû dan, ji aliyê leşkerî û siyasî ve Kurd gihand asteke gelekî cuda. Deriyê Şoreşa Rojava vebû. Ev pêngava şoreşgerî ku bû malê cîhanê, Tirkiye li qada navneteweyî bi tenê hişt. Rûyê rast ê Tirkiyeyê kifş kir. Lewma di mijara Sûriyeyê de timî polîtîkaya 'tinekirina Kurdan' meşand.

Nivîskarê rojnameya Îndependentê Patrîck Cockbûn di nivîsa xwe ya bi sernavê "Kêm maye ku Tirkiye xwe têk bibe?" polîtîkaya Enqereyê ya li ser Sûriyeyê "fiyasko" bi nav kiribû. Esasê vê polîtîkaya fiyasko jî helwesta xwe ya li dijî Kurdan bû.