'Krîza Qatarê û Rojhilata Navîn a demokratîk'

Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, rûdana krîza Qatarê, armanca vê krîzê û bûyerên gengaz ên bi vê yekê re rû bidin nirxand.

Rêveberiya DYA bi daxuyaniyekê got, "Li herêmê hin hene ku piştgiriya terorê dikin." Piştre hin dewletên Ereb, bi taybetî Erebîstan Siûdî, Misir û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî gotin, "Qatar piştgiriya malî dide terorê" û dest bi ambargoyê kirin. Bi vî rengî "Krîza Qatarê" weke krîzeke nû ya li Rojhilata Navîn dest pê kir. Di rewşa heyî de, xuya ye wê di demeke kin de bi dawî nebe. Krîza navborî wê girantir bibe û berbelav bibe.

Baş e, gelo rêveberiya Qatarê bi rastî jî piştgiriyê dide hêzên ji wan re 'rêxistinên terorê' tên gotin? Tevî ku di vî warî de belge nîne, rewşa navborî xusûseke ku herî zêde li pêş e. Her tim dihate ragihandin, ku rêveberiyên Siûdî, Qatar û Tirkiyeyê hêzên li pişt DAIŞ'ê û gelek rêxistinan e û desteka malî didin rêxistinên bi vî rengî. Bûyîna ji "Mezheb Sûnî" weke sedema vê dihat nîşandan û ev yek bi rêya mezhebperestiyê dihate nixumandin. Di serî de Qatar rêveberiyên din ên pêwendîdar, ev rewş zêde înkar nedikirin. Yanî sûcdariya ku niha li Qatarê tê kirin, ragihandina rewşa heyî bû.

Di vir de du xusûs derdikevin pêş ku divê li ser bê sekinandin. Ya yekemîn, dihat zanîn ku rêveberiya rêveberiya Qatarê piştgirî dida rêxistinên weke DAIŞ'ê, lê belê nedihat zanîn û nedihat gotin ku destekê dide rêxistinên weke Heşdî Şebî. Lê belê piştî dorpêçiya navborî derkete holê ku rêveberiya heyî ya Qatarê desteka malî daye rêxistina Heşdî Şebî ya alîgirê Îranê. Bêguman ev rewş girîng e. Ji ber ku ev rewş nêrîna ku dibêje "Alîkariya ji rêxistinên weke DAIŞ'ê re hatiye dayin ji ber nêzîkatiya mezhebî ye" pûç dike. Ji vê jî wêdetir ya balkêş ew e, dewleteke ku li herêmê pêşengiyê ji tevgerên mezheba Sûnî re dike, piştgirî daye rêxistineke Şîa. Wê çaxê li holê nakokiya mezhebî nîne, lê hin nakokî û şerê berjewendiyan ên cuda hene.

Xusûsa duyemîn jî; tevî ku dihate zanîn nêzîkatiyên bi vî rengî yên rêveberiya Qatarê hene, çima heta niha tiştek jê re nehate gotin û niha xistin rojevê? Dikare were gotin, hêzên ku niha mijar kirine rojev, berê "ji nedîtî ve" dihatin. Wekî din, yek ji hêzên ku mijar xiste rojevê Rêveberiya Erebîstana Siûdî hê heta duh tevî Qatar û Tirkiyeyê destek dida hêzên weke DAIŞ'ê. Niha jî yek ji wan hêzan e ku tevî DYA rêveberiya Qatarê sûcdar dike. Eşkere ye bi rêveberiya DYA re li ser berjewendiyên cuda li hev kiriye. Bi kurtasî, rewşa heyî ji aliyê DYA û Siûdî ve hinekî bi guman xuya dike.

Ji bo bersiv ji pirsa navborî re were dayin, divê mirov li çend bûyerên di heman demê de li herêmê qewimîn binerin. Yek ji van jî ew e; hêzên Heşdî Şebî di ser Şengalê re xwe gihand sînorê Sûriyeyê û hewl dide bi destekdayina ji bo hêzên Esad re xeta Dêra Zor bi dest bixe. Ev mijar, ji bo fêhmkirina şerê tund û pir alî yên li ser rojhilatê Sûriyeyê girîng e. Bûyereke din ku di heman dema krîza Qatarê de li herêmê qewimî, êrîşa li dijî gora Îmam Hûmeynî û Meclîsa Îranê bû. Di çapemeniyê de hatibû weşandin ku DAIŞ'ê ev êrîşa ku xuya ye hinekî Îran leqandiye, li xwe girtiye. DAIŞ a li dijî Heşdî Şebî; gelo ev rewş ne balkêş e? Ji ber ku tê îdîa kirin, Qatar desteka malî daye van her du rêxistinan.

Baş e çi diqewime? Bûyerên navborî bi rastî jî bi hev ve girêdayî ne? Piştî ku rêxistineke alîgirê Îranê êrîşî herêmên di bin bandora DYA de ye kir, Rêveberiya DYA jî krîza Qatarê xiste rojevê. Di vê navberê de, êrîşeke ku DAIŞ'ê li xwe girt, li paytexta Îranê hate kirin. Li herêmê, dewletên ku herî zêde li ber krîza Qatarê rabûn, dewletên Tirkiye û Îranê bûn. Her du welat bi xurtî xwedî li Qatarê derketin û ji Rêveberiya Qatarê bêhtir îdîayên dihat kirin red kirin. Gelo Siûdî berê DAIŞ'ê daye Tehranê? Eger bi vî rengî be, hingî li piştê DYA heye. Bi awayekî vekirî xuya dike, ku têkiliyên qirêj ên serdema nêz a li herêmê derdikevin holê û rastî hinekî ronî dibe. Wekî din li herêmê têkilî û hevalbendiyên nû dafirin.

Gelo ev ji bo çi û ji aliyê kê ve tê kirin? Dema pirs bi vî rengî tê kirin, hingî Pêngava Reqayê tê bîra mirovan, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk di 6'ê Hezîranê de dest pê kirin. Tê zanîn, pêngava navborî qonaxa dawî ya operasyona Reqayê ye û bi vê yekê tê xwestin, Reqa bi temamî ji DAIŞ'ê bê paqijkirin. Yanî faşîzma DAIŞ'ê ketiye wê rewşê, ku li mala wan, ku weke "paytext" a faşîzma DAIŞ'ê tê binavkirin, lê bê xistin. Piştre tê gotin, ku Pêngava Reqayê ji roja destpêkê ve bi rengekî serketî tê meşandin û çar taxên Reqayê ketine destê Hêzên Sûriyeya Demomkratîk. Yanî çeteya DAIŞ'ê ya faşîst ber bi dawiyê ve diçe.

Hê di asta destpêkê de Pêngava Reqayê gelek encamên girîng derxist holê. Ya yekemîn, nîşan dide ku êdî dawiya DAIŞ'ê hatiye. Ya duyemîn; hesabên li ser rojhilatê Sûriyeyê dijwar dibin. Ya sêyemîn; hevsengiyên li Rojhilata Navîn diguherin. Ji xwe ji aliyekî ve Îran bi destê Heşdî Şebî dest li herêmê werdide, li aliyê din jî tê gotin, DYA hêzên ku li Urdunê amade kiriye, sewqî herêmê dike. Hesasiyetên rêveberiya AKP'ê yên li ser herêmê û êrîşên wê yên demeke didomin, tên zanîn. Hê bayê destpêkê yê Pêngava Reqayê rê li ber ewqas bûyer û pêşketinan vekir. Eger pêngav bi ser bikeve û Reqa bikeve destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, xuya ye ne tenê li Sûriyeyê wê li tevahiya Rojhilata Navîn rê li ber guhertinên gelekî girîng veke.

Wer xuya ye, dema ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk dest bi pêngava şikandina DAIŞ'ê kirin, Îran kete nava tirs û fikaran û bi destê Heşdî Şebî êrîşî herêma navborî kir. DYA jî ji vê aciz bû û li hemberî vê krîza Qatarê û êrîşên li Tehranê ketin rojevê. Baş e wê ji niha û pê ve çi biqewime? Gelo gavên dişibin van wê dîsa werin avêtin? Bi destpêkirina ji Qatarê re gelo wê rewşa qirêj a li herêmê, ku şer û terorê xwedî dike eşkere bibe? Ev pirs dikeve hişê mirovan. Ji ber ku pêwendiya van hemûyan ji Nêz ve bi mijara demokratîkbûna Rojhilata Navîn heye.

Ji xwe hêzên faşîst û paşverû hêza provokasyonê ya bi navê DAIŞ'ê derxistin holê û berê vê hêzê da Kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê. Tiştek nema ku vê çeteyê di nava van sê salan de nekir. Bû sedema kuştina bi sed hezaran mirovî û koçberbûna pênc mîlyon mirovî. Ev DAIŞ kî ye? Li pişt wê kî hene? Kê bi destê DAIŞ'ê êrîşî Şengal û Kobanê kir? Xuya ye her ku DAIŞ têk biçe û ji hev bikeve, wê bersiv ji van pirsan re were dayin. Gelên herêmê û mirovahî ji belayekî mezin rizgar dibin. Her wiha gelek têkilî û berjewendiyên tarî jî ronî dibin.

Ev pêşketinên navborî nêz xuya dikin. Bûyerên weke Krîza Qatarê û êrîşên li Tehranê, weke nîşaneyên destpêkê yên pêşketinên mezin ên li ser vê bingehê derdikevin holê. Lê înşaleh wê nîvco nemîne û lêpirsîna ji Qatarê dest pê kir bigihêje heta AKP'ê û li tevahiya herêmê belav bibe. Ji ber ku, ji bo herêma Rojhilata Navîn azad û demokratîk bibe, bi rastî jî pêwîstî bi paqijiyeke wiha heye. Xuya ye faşîzm wê ji hev bikeve, qirêjî bê jêbirin û Rojhilata Navîn demokratîk bibe. "Cenga Mezin" a ji bo rizgariya Reqayê, pêvajoyeke bi vî rengî daye destpêkirin û hêviyên ji bo demokrasiyê şîn kiriye. Serketina Cenga Mezin wê rewşa Rojhilata Navîn biguherîne û şoreşa demokratîk û biraiyê ji Sûriyeyê belavî hemû Rojhilata navîn bike.