Krîza petrolê di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de pêk hat

Hikumeta Navendî ya Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê li ser petrol û butçeyê dîsa li hev nekirin.

Di navbera hikumeta Navendî ya Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê li ser petrol û butçeyê dîsa alozî çêbû. Hin parlementerên ji Iraqê bi hinceta ku bûne sedema vê aloziyê xwestibûn bila lêpirsîn li Wezîrê Petrolê Samîr Hazban û Wezîrê Maliyeyê Fûat Huseynê PDK’yî were vekirin. Piştî ku daxwaza lêpirsînê hate qebûlkirin, îro nîvro Parlementoya Iraqê li hev civiyan.

ABDULMEHDÎ SERGIRTÎ GOT WÊ PERE NEYÊ ŞANDIN

Li gorî zagonên Iraqê li ku dera Iraqê petrol derkeve divê ji ser Hikumeta Navendî bazara wê were kirin û rêjeyeke petrolê bidin hikumeta navendî. Li gorî vê zagonê divê Herêma Kurdistanê mehane 250 hezar varîl petrol bide hikumeta navendî. PDK piştî ku di sala 2014’an de bi AKP’ê re ji bo 50 salan li hev kir û petrola herêmê firot Tirkiyeyê û para hikumeta navendî neda. Hikumeta navendî jî budçeya Herêma Kurdistanê ya mehane ji 17 milyar dolaran daxist 12.7 dolaran. Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî çend roj berê got divê mehane 250 hezar varîl petrol were dayîn û bi sergirtî diyar kir heta ku petrol neyê şandin ew ê jî pereyan nedin Hikumeta Herêma Kurdistanê.

Rûniştina îro ya li ser lêpirsîna du wezîran hê jî didome. Hin parlementerên Iraqê diyar dikin heta ku para wan a petrolê neyê dayîn ew ê jî budçeya Herêma Kurdistanê qut bikin.