Kriza AKP-Cemeetê: Hakan Şûkûr îstifa kir

Kriza AKP-Cemeetê: Hakan Şûkûr îstifa kir

Parlementerê AKP’ê Hakan Şûkûr ji parlementeriya AKP’ê a Stenbolê îstifa kir. Şûkûr nîqaşên ku li ser dersxaneyan tê kirin û nêzikatiyên li hemberî cemeeta Fethullah Gûlen weke hinceta îstifa xwe nîşan dan.

Parlementerê AKP’ê Hakan Şûkûr di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Min heya roja îro di mijara dersxaneyan de bawer dikir ku wê li daxazên kesên samîmî bê gûhdar kirin bi wê baweriyê ez heya roja îro hatim. Dema ku ez li benda vê yekê bûm navendekî ku ez jî têde hate şibandina çêkirina KCK’ê û lêborîn xwestin li aliyekî ger ne razîbûnekî li pêşberî van tiştane ji aliyê birêz Serokwezîr û rêveberiya partiyê ve wijdana min ne rehet kir. piştre ev nîqaşane dişandina aliyên cuda gelek ne baş bû.”

GÊRADANA XWE A BI CEMEETÊ RE GOT

Şûkûr ku girêdana xwe a bi Cemeeta Fethullah Gûlen re anî ziman wiha got: “Ez ji bîst salan zêdetir tevgera xizmetê û mûhterem Xocaefendî dinasim û jê hes dikim.”

Şûkûr li axaftinê xwe ev jî zêde kir: “Ev tevgera ku ji dervey xizmetkirina wê a ji bo vî gelî û mirovahiyê weke ji milyonan yek heskiriyê wê bi dil kiryarên ne baş yên ku li dijî muhterem Xocaefendî û xizmetê tên kirin, gotinên bê bingeh yên tên kirin û hemû heqaretên tên kirin ez dihilgirime ser xwe.”

Şûkûr ku got: “Hîna di 2012’ê de min ji merhum M. Alî Birand ra di bernameya 32. Gûn’ê de gotibû ku ez ji hucaefendî hez dikim û ji ber ku ev ya weke têgehiştinekî suc hate dîtin ji bo îfade dayinê hatim vexwendina DGM’ê.” Şûkûr di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di îfadeya xwe de tişta ku min gotî bê înkar bikim heman hestên xwe min diyar kirin. Îro jî di fikirîna min de ti tiştek ne hatiye gohertin. Bi van hestan ku ez dawî li daxuyaniya xwe bînim Partiya AKP’ê ku ez bi hêviyên mezin beşdar bibûm bi xemgînî îstifa xwe û bi sifatê parlementeriyê jiyana xwe a siyasî berdewam bikim radigehînim.”