Krîz ji bo rejîma Erdogan tê wateya firsendê

Cengîz Çîçek destnîşan kir ku di nava krîz-firsendê de Erdogan hewl dide bi gaveke din nêzî armancên xwe yên siyasî bibe û nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû jî di vê çarçoveyê de nirxand.

'Krîza dadgeriyê' ku piştî biryara li ser Can Atalay di navbera Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind de rû da, ji bo AKP û MHP'ê bû firsendeke girîng ku nîqaşên li ser 'destûra bingehîn' a nû bixin rojevê. Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê Can Atalay de der barê van endaman de ji aliyê Dadgeha Bilind ve serlêdana sûc hat kirin. Helbet di destpêkê de wisa xuya bû ku qeyraneke darazî heye. Ji aliyên cuda yên hikûmetê ve şîroveyên cuda hatin kirin. Di dawiyê de me dît ku Erdogan îşaret bi destûra nû kir. Helbet nîqaşên li ser destûreke nû ne nû ye, lê hûn sedema vê yekê piştî vê bûyerê çawa şîrove dikin?

Em bi teknîkeke rêveberiyê ya mîna lîstik û teknîka rêveberiyê ya taybet bi AKP’ê re rû bi rû ne. Di bin navê krîzê de xizmet tê kirin, ji bo desthilatdariyê amûreke xurtkirina rejîma xwe ye. Krîz ji bo rejîma Erdogan tê wateya firsendekê. Li kuderê gotinên weke derbe, wesayet, îradeya netewî hebe, li wir daxwaza Îslamiya Siyasî heye ku rejîma xwe ava bike. Ji ber vê yekê hinceta biryara Dadgeha Bilind ji bo afirandina "krîzê" hat nivîsandin. Dema mirov sedemên li ser biryara Dadgeha Bilind dixwîne, fêmkirina vê ne zehmet e. 

Derket holê ku Erdogan ji bo krîzê bike firsend, Destûra Bingehîn a nû anî rojevê. Ji ber ku tu nirxek wan îstîsmar nekiriye nemaye. Niha dema îstîsmarkirina Destûra Bingehîn a nû ye. Wisa dixuye ku ew ê heta demekê bi nîqaşên li ser vê rojevê dagir bike. Bifikirin, ev hikûmeta ku ji Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê jî bi çi kir û ne kir, li paş xwe ma, piştî 20 salan wek sêv li serê wê ketibe, li ser Destûra Bingehîn a nû nîqaşan vedike. Îcar li hemberî kê? Helbet li dijî “wesayetparêzan”. Ji ber vê yekê di dubendiya krîz-firset de Erdogan hewl dide gavekê jî nêzî armancên xwe yên siyasî bibe. “Krîza” Dadgeha Destûra Bingehîn a niha û veguheriye destûra bingehîn a nû. Nîqaşa li ser Destûra Bingehîn jî weke bizmara dawî ya li darbestê hatiye xistin e.

Dema ev krîz çêbû, Erdogan got; ‘ez hakem im’. Li aliyê din Seroka ÎYÎP‘ê Meral Akşener jî bang li Erdogan kir ku bibe hakem. Serokekî ku endamê partiyê ye û berê Dadgeha Destûra Bingehîn xistiye hedefa xwe ku bibe “hakem” çiqasî bêalî dibe?

Akşener ku banga hakemtiyê kir, bawer nake ku Erdogan bêalî tevbigere. Yek ji siyasetmedarên fermî ku di vê mijarê de Erdogan ji nêz ve nas dike Akşener e. Derdê Akşener berdewamiya damezrandinê ye. Krîza dewletê di nav de ye çiqasî were çareserkirin jî ya girîng berdewamkirina fermana dewletparêz e. Karaktera fermanê, demokratîk be yan nebe, hwd. balkêş nîne. Ma ne heman Akşener bû ku beriya hilbijartinan maseya şeşan terikandibû û dîsa rûniştibû? Refleksa wê ya li wir jî pir dewletparêz bû û xema wî ya sereke ew bû ku nasnameya Elewî û Kurdewarî ya Kiliçdaroglû ku ji sînorên dewletê derneket û nasnameya Elewî û Kurdayetî ya ku tevî xwe hilgirtibû, rê venekir. Lewma  pirsgirêka Akşener bi karakterê otorîter û îdeolojiya faşîst a rejîmê re nîne.

Niha tu eleqeya Erdogan bi bêalîbûna xwe re nîne. Ji ber ku ew jixwe dikare xwe bispêre amûrên zorê yên dewletê. Her çend hewl dide ku razîbûna civakî biafirîne û rewabûnê peyda bike jî, di dema têkçûnê de, bi hêsanî dikare vê yekê ji xwe re neke pirsgirêk. Demek dirêj hema hema piştgiriya wê tenê çapemeniya hizbî bû ku amûrên hêzê û maşîneya propagandaya reş di destê wê de bû. Ji ber vê yekê, ji Erdogan hêvî dikin ku wek hakemekî yan jî bêalî be, şaşiyeke mezin e. Û Akşener jî vê yekê baş dizane. Girîng e ku Akşener di krîzeke wisa de ku hevkarê AKP’ê Bahçelî jî banga “hakemkirinê” nekir, wê ev bang kir. Ev jî bi wê yekê ve girêdayî ye ku Akşener û partiya wê ya ku me behs kir, potansiyela tifaqa bi hikûmetê re heye û rojeva wan jî heye ku beriya pêvajoyên krîtîk xwe weke vebijêrkekê pêşkêşî hikûmetê bike.

Ji aliyê din ve ji bo makezagona nû pêwîstî li parlamentoyê heye. Erdogan got ji roja vekirina meclîsê em ê biçin cem hemû partiyan. Di warê hin nîqaşan de, bi dîtina we ÎYÎP di vir de çi rol dilîze?

Her çiqas Erdogan di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li ser kaxezê bi ser ketibe jî, ew bi xwe jî dizane ku ev hilbijartin bi şert û mercên newekhev ên vê desthilata dewletê, desteka sermayeyê û konsepta şerê taybet hatiye desteserkirin. Her çend bi piranî pirsgirêkek wî tune be jî, lê pê dizane ku pirsgirêka wî ya rewabûnê heye. Di bin navê Desûra Bingehîn a nû de, carinan jî bi karanîna pirsgirêka Filistînê wekî amûrekê ji bo siyaseta navxweyî dike. Bi rastî jî li hawirdoreke ku doza Komkujiya Sêwasê ji ber dema qedexeyê hat betalkirin, mehkûmê qetlîamê "bi hinceta nexweşiyê" hat efûkirin; Di rojên ku Can Atalay bi her cure dek û dolabûn hiqûqî di girtîgehê de dihat girtin, Ogun Samast ê kujerê Hrant Dînk ji ber “halê baş" serbest hat berdan û ev serbest berdan di salvegera îdamkirina Seyîd Riza û hevalên wî de bû. Heger di vê hilbijartinê de bi ser nekeve, mîna ku di hilbijartina dawî de kir, dê bi ziman û polîtîkayên xwe yên dijminatî, krîmînalîzekirin, cihêkarî û nefretê, dê hewl bide bingeha xwe xurt bike.

Bêguman îro li Tirkiyê pêwîstî bi Destûra Bingehîn a nû heye, lê şert û mercên çêkirina wê çiqasî guncaw in?

Dîroka Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, dîroka kontra darbeyên piştî Destûra Bingehîn a 1921'ê ye. Bi Destûra Bingehîn a sala 1982’an ku hê di meriyetê de bû, pêvajoyek ku cûnta û zihniyeta cûntayê di nava civakê de derdixist pêş ket. Em bi rastiya Erdogan û AKP’ê re rû bi rû ne, bi bereketa li darbeyê û rejîma darbeyê xwariye û hatine roja îro. Di dawiyê de bi Sîstema Hikûmetê ya Serokkomariyê re sîstem derbasî totalîterîzmê û rejîm jî derbasî faşîzmê bû. Ji Destûra Bingehîn a 1924’an vir ve tiştên hatine kirin, avakirina neteweyek homojen, bi gotineke din, neteweyek dewletî bû. Di vê mijarê de israra paradîgmaya fermî îro jî didome. Heya ku hişkiya di avakirina dewlet-neteweyê de berdewam bike, tiştê ku nû tê pêşkêşkirin ji bilî berdewamiya kevin a bi navên din tiştek din nîne û nabe. Destûra Bingehîn a nû bi terikandina netew-dewletparêziya ku ji zihniyeta netewperestiyê û bi biryara neteweya demokratîk a bi 'zêhniyeta hevgirtin û azadiyê' pêkan e. Ji bo vê jî bi perspektîfa Komara Demokratîk bi hemû pirsgirêkan, bi taybetî jî pirsgirêka Kurd; Pêşvebirina îradeyeke siyasî ya ku pirsgirêkên li ser ked, jin, ekolojî û hemwelatiya wekhev çareser bike û ji bo vê jî avakirina rewşeke civakî şert e.

Destûreke bingehîn a nû ancax dikare destûreke wisa demokratîk be. Ku nebe, bi navê nû ne nû û ne jî demokratîk dibe. Saziya siyasî jî ne bi berjewendiyên xwe yên serwerî, lê bi avakirina bingeheke lihevkirin û diyalogê ku nirxên civakê yên edalet, wekhevî, aştî û azadiyê diparêze, dikare rola xwe bilîze. Ev yek encax “li ser bingeha sê lingê mutabaqata demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî” ku birêz Ocalan di sala 2019’an de di nameya xwe de anîbû ziman, pêkan e. Ji îro pê ve tu bingeheke siyasî-civakî û ewlekariya hiqûqî ji bo çêkirina destûreke bingehîn a nû pêwîst nîne. Ji bo vê jî em pêşniyara “Paqijkirina Rêya Destûra Bingehîn a Demokratîk” dikin. Mijarên paqijkirina vê rêyê bi tevlîkirina mijarên civakî û gel di pêvajoya nîqaş û biryargirtinê de bi awayekî pir saxlem dikarin bên diyarkirin.

Hilbijartin li ber me ne, navên nêzî AKP'ê (Orhan Mîroglû) gef li qeymeqaman xwarine ku eger AKP di hilbijartinên herêmî de neyê hilbijartin. Wisa dixuye ku hilbijartinên herêmî dê li gorî nîqaşên Destûra Bingehîn a nû bên kirin. Di rewşek ku li dijî îradeya Kurdan gef hene, nîqaşên destûra bingehîn a dê çiqas saxlem bên kirin?

Wan pergalên xwe li ser xwîn, zilmê ava kirine. Em pir eşkere dibêjin; Têkoşîna li dijî qeyûman parastina vîna gel a xwerêveberî û azadiyê ye. Bi gotineke din parastina hebûna xwe ye. Xweparastin, weke dinyaya zindî ye. Îsrara di civakbûn û mayîna civakê de ye. Pirsgirêkek siyasî û civakî ye ku pir girîng e ku bi endamtiya şaredarî yan meclîsê were pîvandin. Li hemberî êrîşa hiqûq û burokrasiyê alternatîf civaka exlaqî û polîtîk e. Lewma weke duh di hilbijartinên herêmî yên bê de jî gelê Kurd û welatparêzên Kurdistanê wê sîleka herî tund li vê siyaseta tehdît, şantaj û sûcê civakê bide. Baweriya me bi vê yekê heye.

Destûra Bingehîn a demokratîk ancax bi serkeftina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê pêkan e. Heya ku desthilatdariya ku nasnameya fermî ya sîstemê ya Tirkîtî, Sunnîtî û Mêrtiyê li ser civakê ferz dike û muxalefeta fermî ya ku pê re di nava aştiyê de ye, di wijdan û hişmendiya gel de were şermezarkirin, em ê rûpeleke nû vekin. Desthilatdarî hewl dide têkoşîna azadiya gelê Kurd tasfiye bike û CHP'a ku bi gotina 'Em li dijî emanetan in' li hemberî bloka AKP-MHP'ê bêdengiya xwe didomîne. Ji ber vê yekê, em ne amade ne ku êşa mirinê bikişînin. Têkoşîna kesên ku mirinê li ser me ferz dikin, şerê desteserkirina dewletê, xwedîderketina li dewletê ye. Armanca sereke ya Erdogan di tevahiya desthilatdariya xwe de ew bû ku dewletê ji dewleta kemalîstan veguherîne dewleta îslama siyasî. Ji ber vê yekê jî bi Tirktiyê, koda damezrandina dewletê, ala xwe jî rêya xwe didomîne. Sedema derketina koma netewperest, bi taybetî CHP, ew e ku dewleta ku wan damezirandiye, ji destê wan diçe.

Bi "krîz"a dawî ya Dadgeha Destûra Bingehîn re, di destpêka sedsala duyemîn de bizmara dawî li tabûta dewletê ya di destên neteweperestan de hatin lêxistin. Divê Ozgur Ozel jî vê yekê baş bizane, ji ber ku bang li kolanan dike û dibêje “ev darbe ye”. Komek ji bo Ozel dipirsin, "Ez meraq dikim gelo dê vê carê bibe?" Yanî Ozgur Ozel ê ku li dijî Erdogan “dij- darbeyê” dike, dibe alîgirê mekanîka darbeyê ya ku rejîma Erdogan li Îmraliyê pêk anî. Lewma şerê van her du kevneşopiyên derbeyê ne şerê demokrasî û azadiyan e, şerê desthilatdariyê ye. Di vê çarçoveyê de, bi zanebûna ku du xeletî ne rast e, erkê me ye ku em xeta pratîkî û siyasî ya gihandina rewşa heyî ber bi rêya sêyemîn ve ku rêya azadiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye, bi xurtî zelal bikin. Em ê vî erkî bi serkeftî bi ser bixînin; Em ê bi hev re Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk ava bikin.