Kovara Zenith bi berga Kurdistanê binav û deng bû!
Kovara Zenith bi berga Kurdistanê binav û deng bû!
Kovara Zenith bi berga Kurdistanê binav û deng bû!
Kovara Zenith ku bizimanê Almanî ya siyasî-analîz derdikeve, heftiya borî di hejmara Tîrmeh/Tebaxê de Kurdistan li berga kovarê da, gerînendeyê giştî ê weşandê Daniel Gerlach da diyarkirin ku, ew li rastî eleqeyekî ku li bendê nebûn hatine. Gerlach anî ziman ku, ji roja ku kovar derketî ew rastî eleqeyek mezin hatine û ragihand ku, sayfa wan ya înternetê rastî êrîşên hacker ên navend Tirkiyeyê hatine.
Kovara Zenith di cîhana Îslamî û welatên Rojhilata Navîn de mijarên siyasî, çandî, aborî û civakî hûrkolîn dike, di hêjmara dawî ya kovarê de cih dabû dosya Kurdistanê. Kovara ku li welatên bi zimanê Almanî tê axaftin giha xwendekarên xwe, pirsa “Gelo Kurd qezencên bihara Ereba nin?” kiribû.
Kovara ku 30 rûpel dabûn analîz û lêkolînên li ser Kurdistanê, di nav de pisporên Rojhilata Navîn Udo Steinbach jî heyî gelek akademîsyenan di nivîsên xwe de dabû diyarkirin ku, pêşî li statûya kurdan nayê girtin. Hate hînbûn ku, hêj di roja destpêkê de kovar rastî eleqeyek mezin hat.
‘ELEQEYÊ EM ŞAŞ KIRIN’
Çapemeniya ragihand ku kovara Zenith bi berga Kurdistan derketiye û gerînendeyê giştî yê weşanê Daniel Gerlach ji ber bertekên girtîne agahî da rojnameya Die Welt. Gerlach destnîşankir ku, beriya ku hêjmara dawî derbixin, berga Kurdistan ya hatî amadekirin bi şeklekî lezgîn di tora civakî de belavbû û vê rewşê em şaş kirin.
Gerlach anî ziman ku, weke din jî gelek kesan serdana navenda kovarê jî kir û balkişande ser ku wan hewildaye di mijara Kurdistanê de bê alî nêz bibin. Rêveberê kovarê jî da diyarkirin ku, navend Tirkiyeyê li ser malpera wan ya înternetê êrîşên hack çêbûne û ev jî ji eykîneyên ewlekariyê ên Alman re ragihandine.
Kovara ku du mehan carekê derdikeve, balkişandibû ser ku, li Rojhilata Navîn Kurd welatê ku herî mezin yê bê dewlet in. Di analîza ku dibêje, li Tirkiyeyê “pêvajoya aştiyê”, li Iraqê pirsgirêkên bi hikumeta Bexdayê re, şerê desthilatdariyê yê di navbera Şiî-Suniyan de û şerê navxweyî ê li Sûriyeyê destê Kurdan bihêz dike û dîtina “Li welatên ku Kurd lê dijîn dewleta Kurdistanê kabûsek e. Lê bi Bihara Ereban re dibe ku ev kabûs pêkbê” anîbû ziman.