Kortejan xwe gihandin qada mîtîngê
Kortejan xwe gihandin qada mîtîngê
Kortejan xwe gihandin qada mîtîngê
Kortejên meşa 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwe gihandin qada mîtîngê ya li Kadikoyê.
Rêxistinên ji du baskên cûda yên ji Nexweşxaneya Nimûne ya Haydarpaşa û ji Tepe Nautilusê dest bi meşê kirin, xwe gihandin qada mîtîngê.
Destpêkê bi pankarta "Li Sûriyê ji destwerdana emperyalîst re na" ODP ket qada mîtîngê, dûre jî Platformên Şaxên KESKê yên Stenbolê û TMMOB'ê xwe gihandin qadê. Di dema hatina korteja LGBT'yiyan de anons hat kirin û bi hezaran kesan bi çepikan ew pêşwazî kirin. Dûre jî korteja herî girseyî ya mîtîngê korteja HDK'ê ket qada mîtîngê.
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Parlamenterên BDP'ê yên Stenbolê Sebahat Tûncel û Sirri Sureyya Onder û Seroka Giştî ya ESP'ê Fîgen Yuksekdag cihê xwe li protokolê girtin. Hatina Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterên BDP'ê li qadê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin û dirûşmên "Kurdistan bi we serbilind e" hat qîrîn.
Hatina kortejan dewam dike û ji niha ve qada mîtîngê tijî bûye...