Koreografê Hollandî xelata Tirkiyeyê red kir
Nerazîbûnek li dijî polîtîkayên zextê yên dîktatorê Qesrê û çeteyan ji Koreografê Hollandî Hans van Manen hat. Manen da xuyakirin ku xelatê Tirkiyeyê yê ‘Koreografê Sed Salan’ red dike.
Nerazîbûnek li dijî polîtîkayên zextê yên dîktatorê Qesrê û çeteyan ji Koreografê Hollandî Hans van Manen hat. Manen da xuyakirin ku xelatê Tirkiyeyê yê ‘Koreografê Sed Salan’ red dike.
Hans van Manen ji NPO Radîo 1’ê re axivî, got ji ber binpêkirina mafên mirovan û zextên eşkere yên li dijî çapemeniyê wê xelatê negire. Van Manen wek mînak girtina Rojnamevana bi eslê xwe Tirk Ebrû Ûmar da, destnîşan kir ku ji ber wezîfeyên xwe pêk tînin, gelek rojnamevan di hepsên Tirkiyeyê de ne.
Van Manen eşkere kir ku heta pêkanînên li Tirkiyeyê bidomin, ne mimkûne ku ji Tirkiyeyê ti xelatan bigire.
Dihat plankirin ku Midûriyeta Giştî ya Opera û Bale ya Dewletê, xelatê ‘Koreografê Sed Salan’ bide Hans van Manen ê 83 salî. Wê ev xelat, meha pêş li Stenbolê di 7. Mîhrîcana Opera û Bale ya Navneteweyî de bihata dayîn.
Nerazîbûne din a li dijî dîktatoriya Tayyîp Erdogan jî li Zanîngeha Leîden a li Hollandayê ji Endamê Perwerdehiyê yê Ziman û Çanda Tirk Prof. Erîc-Jan Zurcher hatibû. Zurcher dabû xuyakirin ku xelata 2005’an dabûnê îade kiriye.