Koordînasyona Meclîsên Gundê Êzidiyan êrîşa li Êlihê şermezar kir
Koordînasyona Meclîsên Gundê Êzidî yê Bakurê Kurdistan li Ewropayê êrîş û destdirêjiya li dijî mal û milkê gundê Êzidiyan şemezar kir.
Koordînasyona Meclîsên Gundê Êzidî yê Bakurê Kurdistan li Ewropayê êrîş û destdirêjiya li dijî mal û milkê gundê Êzidiyan şemezar kir.
Koordînasyona Meclîsên Gundê Êzidî yê Bakurê Kurdistan li Ewropayê têkildarî êrîşa li dijî mal û milkê Êzidiyan a li Êlihê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Zordestî, zilm, heqaret û dest dirêjiya li ser mal û milkê Êzidiyan bi taybet gundên Korixê, Hecrê, Têxêriyê û Kêlkohê em qebûl nakin û bi tundî van kiriyarên dagirkirinê şermezar dikin. Ev êrîşên li ser gundê Êzidiyan em weke dewama Fermana Şengalê dibînin.
Mixabin îro li Bakurê Kurdistan heman hişmendî êrîşî milkê Êzidiyan dikin, gefan dixwazin û dibin maskeya reş de xwe diveşêrin. Her wiha bi siyaseteke qirêj û bi vê dirûtiyê, bi bêbextiya xwe û dibin navê Misilmantiyê de gund, mal û milkê Êzidiyan dagir dikin. Ev ji aliyê civaka Êzidî ve nayê qebûl kirin.”
Di dewama daxuyaniyê de bang li sazî, rêxistin û komeleyan hate kirin ku li dijî dagirkeriyê bêdeng nemînin û ev tişt hate diyar kirin; “Em bi hemû îmkanên xwe piştgiriya welatiyên gundên Korixê, Hecrê, Têxêriyê û Kêlkohê, hemû cih û warên Êzidiyan dikin.”