Koordînasyona Hevgirtina ji Cizîrê ta bi Sûrê Rapora Şirnexê eşkere kir

Koordînasyona Hevgiritna ji Cizîrê heta Sûrê rapora xwe ya têkildarî Şirnexê ku bi mehan şerekî giran lê bû eşkere kir.

Koordînasyona Hevgirtina ji Cizîrê ta bi Şirnexê çavdêriyên xwe yên 29-30’ê Mijdarê bi raporekê eşkere kir. Li Taksîm Hîll OtelÊ bi daxuyaniyeke çapemeniyê rapora Şirnexê ji bo raya giştî hate eşkerkirin. Di nav şandeyê de Bloka Aştiyê, Platforma Hevgirtina Sosyalîst (SODAP), Ezîlenlerin Sosyalîst Partisi (ESP) Kovara Çagri, Platforma Komeleyên Rojhilata û Rojhilatê Başûr amade bûn.

Her wiha Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigit jî di nav de gelek rewşenbîr, nivîskar, nûçegihan, akademîsyen û nûnerên saziyê jî hazir bûn.

 ‘AKP’ê DAGIR KIR’

Di civînê de li ser navê Kovara Çagri Huseyîn Koçe diyar kir Şîrkete Acar a ku îhale dane wê her tiştî hildiweşîne û got, hewl tê dayin ku avaniya demografîk were guhartin.

Hevberdevka SODAP’ê Saniye Evren jî got: ‘’AKP Şirnex dagir kir’’ Eren diyar kir gelê Şirnexê li dijî êrîşan û dorpêçê qet xaka xw neterikandiye.

 ‘HEVGIRTINÊ DIXWAZIN’

Nûnerê ESP’ê Sedar Şenoglû diyar kir û got: ‘’Li wir an mirovahî wê bi ser bikeve an jî wê têk biçe. Dixwazin hîs bikin ku ew tenê nehatine hiştin’’

Serokê Federasyona Komeleya Rojhilat û Rojhilatê Başûr Abdulkerî Daş jî got, ‘’Me hilweşîn bi zelalî dît. Hê jî berdewam dike. Bi kamyonan vala dikin. Piştî şer, li taxên ku şer nebûbû jî ji hêla şîrketê ve ku îhaleya hilweşandinê ji bo wan hatibû dayin, xanî hilweşandine. Li bajêr xaniyên ku nehatine xirakirin jî derkete holê weke biryargehê hatine bikaranîn û ji bo vê li ser piya mane.’’

 ‘’PLANA ÇOK DANÎNÊ’

Rêvbera ÎHD’ê Meral Çildir jî got ne diyar bê ka di şer de çend kesan jiyana xwe ji dest daye. Herwiha endama Koordînasyonê Benazir Çoşkûn jî diyar kir li Şirnex û navçeyên wê ‘’Plana Çok Danînê’’ bi berfirehî hatiye sazker kirin’’

 ‘DIVÊ EM ŞIRNEXIYAN HEMBÊZ BIKIN’

Çoşkûn wiha anî ziman: ’’Dema ku em diçine Şirnexê em dibînin ku ti avahiya dewletê nehatiye rûxandin. Jêderkên dewletê dibêjin PKK û YPS’ê xira kir lê çawa yek saziya dewletê nehatiye xirakirin û derb nexwariye?’’ Çoşkûn destnîşan kir Şirnex bi derfetên pir kêm hewl dide rabe ser xwe, pêdivî bi hevgirtineke xurt heye û got: ‘’An weke Şirnexê em hembêz kirin em ê wê hembêz bikin, an jî li dijî plana çok danînê em ê bêdeng bimînin’’

ENCAM

Di encamnameya Rapora Şirnexê de hate gotin, di rapora wan de, li tiştên ku li Şirnexê bûyin belekî biçûk heye. Di çavdêrî û hevdîtinên yên Şirnexê de ew rastî li hemû qonaxên ‘’Planên Çok Danînê’’ bûne ku Adara 2014’an bi civîna MGK’ê biryara wê hatiye girtin.

Tespîtên di raporê de bi vî rengî bûn:

*Hevgirtiya ji bo Şirnexê li hemû qadan divê were xurtkirin û bi rêbazên hevgirtina xurt divê were nîşandan ku Şirnex ne bi tenê ye

*Li herêmê ji ber kêmbûna mîmar û muhendîsan xebatê tespîtkirina ziyanê nehatiye kirin, bil ezginî divê şandeya mîmar û muhendîsan biçin Şirnexê û plana xebatê deynin ber xwe

*Di serî de ji bo tendiristî, perwerdehiyê terapîstên ziman dizanin ên jin û zarokan, şandeyên pispor ên curbecur ji bo hevgirtina bi gelê Şirnexê re û bi mebesta girêdana rapora binpêkirina mafê mirovan biçin herêmê û plansaziya xebatê deynin ber xwe.

*Ji hemû beşên civakê, partiyên siyasî, rêxistinên saziyên sivîl kes, rewşenbîr, nivîskar û hwd. Bi mebesta hevgirtinê biçin Şirnexê û pêvajoya şerê giran ê li Şirnexê ji raya giştî ya navxweyî û navnetewî re were vegotin

*Bi mebesta dermankirina birînga gelê herêmê, divê qeyûmên ku dest li ser vîna gel danîne ji peywirê werin standin, Şaredariya Şirnexê bi personelên xwe ji her cure gefên girtin û binçavkirnê dûr bikaribe karê xwe bikin.

*Divê bi bayê bezê girtina Komeleya Hevgirtinê û Hevgiritina Rojava ku piştevanî bo gelên herêmê dikir, were rakirin.

*Divê mafê perwerdehiyê ji ber siha çekan dûr, bi awayekî zanistî, wekhev, bêpere û bi zimanê dayikê were kirin û hemû dibistanên li navenda bajêr ji hêzên dewletê were pakkirin.

*Divê li Şirnexê bi lezginî dawî li hilweşînê were anîn, îhalên bi mebesta rantê werin betalkirin û ziyana gelê Şirnexê were dayin.

*Bi dehan cenazeyên ku hê teşhîsa wan nehatiye kirin û destûr nayê dayin bidin xwediyê wan, ji bo heqê veşartina wan divê radestî malbatên wan were kirin.

*Bi hişmendiya ku li Şirnexê ji ta bigirin ta bi derziyê pêdivî pê heye, di serî de sobe û alavên zivistanê, ji bo piştevaniya bi gelê Şirnexê re divê werin şandin.

*Divê kampanyaya Malbata Xuşt û Bira ji bo gelê Şirnexê were mezinkirin û tenê ne maddî ji hêla manewî jî destek were dayin, ku ev ev pêdivî ji hêla şandeya me ev çavdêriya wê hatiye kirin.