Koordînasyona Civaka Êzîdî banga xurtkirina yekîtiyê li civaka Êzîdî kir

Koordînasyona Civaka Êzîdî, Cejna Êzî ya tevahî civaka Êzîdî pîroz kir.

Koordînasyona Civaka Êzîdî, bi wesîleya Cejna Êzî di serî de gelê li Şengalê, cejna tevahî civaka Êzîdî pîroz kir.

Koordînasyona Civaka Êzîdî hêvî kir ku ev cejna di serî de ji bo civaka Êzîdî ji tevahî mirovatiyê re yekîtî, aştî, hizûr û azadiyê bîne. Banga xurtkirina yekîtiya navxweyî û ruhê piştevaniyê li civaka Êzîdî kir.

Koordînasyonê bal kişand ser qetlîama 3’ê Tebaxê ya dema çeteyên DAIŞ’ê Şengal dagir kirin, destnîşan kir ku wê ferman nikaribin civaka Êzîdî ji çand, kevneşop, dîrok, ol û axa wê dûr bixin. Bang li civaka Êzîdî ya di dema fermanê de ji Şengalê sirgûn bû kir ku li çanda xwe, ola xwe, dîroka xwe û axa xwe xwedî derkevin. Koordînasyona Civaka Êzîdî bang li tevahî Şengaliyan kir ku vegerin li ser axa xwe ya pîroz.