Koordînasyona Çavdêr a Greva Birçîbûnê: Divê civak tevbigere

Koordînasyona Çavdêr a Marmarayê ya Greva Birçîbûnê bal kişande ser tecrîda ku ev 22 sal in li Imaliyê didome, bang li civakê kir ku li berxwedana girtiyan xwdî derkevin.

Koordînasyona Çavdêr a Marmarayê ya Greva Birçîbûnê têkilî grêva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li Imraliyê dest pê kirî li Şûbeya Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniya çapemeniyê de nûnerên ÎHD'ê, OHD'ê (Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), MATUHAY-DER, SES  (Sendîkayên Kekdarên Xizmeta Sosyal û Tendiristiyê), ÇHD (Komeleya Hiqûqnasên Hevdem) hazir bûn.

Endmaê Lijneya Rêveber a TÎHV'ê Umît Bîçer daxuyaniya hevpar xwend, bi bîr xist ku ev 97 roj in li zindanan grêva birçîbûnê didome, tecrîd ji sala 2000'î û wir ve li zindanan bi rengekî berbelav û sistematîk didome û ev gefê li tendiristiya gitiyan dixwe.

Bîçer bi berdewamî diyar kir tecrîd rêbazeke êşkenceyê ye û gefê li derûnî û fizîkî girtiyan dixwe, greva birçîbûnê bi wê sedemê tê kirin da ku dengê xwe li rêveberên dewletê bikin ji bo ku êşkenceyê rawestînin û li nav civakê li ser vê mijara tecrîdê hişyariyek çêbibe.

Bîçer her wiha diyar kir, polîtîkaya tecrîdê ji zindanan jî bihuriye, gefê li tevahiya civakê dixwe û ev bûye pirseke bingehîn a binpêkirina mafê mirovan a civakî. Bîçer bi berdewamî got, ''Em rêxistinên mafê mirovan, hiqûq û tendiristiyê, em diyar dikin ku em ê xebatên xwe yên jibo bidawîbûna tecrîdê ya li zindana zêdetir karîger bikin, bang li civakê dikin ku hişyar bin û piştevan bin.''

Hevseroka OHD'ê ya Stenbolê Arzû Kaya jî got pergala tecrîdê ya taybet a li Imraliyê li hemû girtîgehan geriyaye û niha li ser civakê jî tê danîn, tecrîd tenê ne pirsa girtiyan, ya hemû malbatan e, a civakê ye û divê helwesteke civakî li dijî tecrîdê were diyakirin.

Kaya bi domdarî bal kişande ser 'Plan'a xwedêgiravî ya ''Mafê Mirovan'' ku duh aşkere kiribû û got, ''Niha cihê ku dewlet xwe nîşan dide girtîgeh in. Tendiristî û mafê jiyanê yên girtiyan di dest dewletê ye . Ji ber vê jî divê plana ku aşkere kirî pêşî bi rakirina tecrîdê pratîk bibe.''

Endmaê Şûbeya SES'ê ya Stenbolê Davût Ak jî got, ''Tecrîda ku ev 22 sal in li Imraliyê tê domandin binpêkirina mafê mirovan e. Beriya her tiştî em vê weke tendiristiya civakê dibînin. Tecrîd ne tenê li ser kesekî li ser hemû civakê hatiye danîn. Em li pey daxwazên girtiyan in. Zûka divê daxwaz werin bicihanîn.''

Seroka Şûbeya ÇHD'ê ya Stenbolê Çîgdem Akgul jî diyar kir li dijî binpêkirna mafan dibê pitşevanî hebe û got, ''Plana çalakiyê ya ku hatî aşkerekirin tê maneya ku maf hatine desteserkirin. Yek ji van desteserkirina mafan jî tecrîda li Imraliyê ye. Divê tecrîda li Imraliyê ye ku di serê binpêkirina mafan de ye bidawî bibe .Divê dawî li vî sûcê mirovahiyê were, ku tevahiya civakê têkildar dike.''

Nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Umît Efe jî got tecrîd tundiya jidiyaYî û bipêkirina mafan e, ji bo ku dengê girtiyan were bihistin û daxwazên wan bi cih werin tişta ku ji dest wan tê wê bikin û bal kişande ser giringiya piştevaniya civakî.

Nûnerê MA-TUYADER'ê Husnu Taş jî bi bîr xist ku girtî gelek caran li dijî tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê kirine, grêvên birçîbûnê bi xwe re encam û ziyan anîne, xwest ku rayedar bi berpirsyariya xwe rabin û daxwaz werin bicihanîn.