Konsolosxaneyên Tirk bûne xizmetkarê Erdogan

Eşkere bû ku ji her kesên navê wan li lîsteyên dengdêran ên li konsolosxaneyên Tirk ên li Elmanyayê hene, bi îmzeya Erdogan name hatine şandin. Di nameyê de Erdogan di berdêla 'xizmetên xwe' de daxwaza dengan dike.

Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dengdêrên herî zêde yên li derveyî welat, li Elmanya, Awûstûrya û Fransayê ne. Dengdana li van welatan dewam dike. Eşkere ku bû bi îmzeya Serokkomarê Tirk û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan name ji dengdêrên li Elmanyayê re hatine şandin.

Li gorî lêkolîna ANF'ê, kesên ku ji bo karekî çûne konsolosxaneyeke Tirk a li Elmanyayê, jê re ev name hatine şandin. Ji bilî xizmeta welatiyan ti fonksiyona konsolosxaneyên Tirk nîne, lê belê ev yek jî nîşan dide ku konsolosxane bûne xizmetkarê desthilatdariya Erdogan.

Di nameyan de ku ji Navenda Giştî ya AKP'ê hatine şandin, ji bo welatiyên Tirkiyeyê yên li derveyî welat ev mesaj tê dayin: "Me ji bo we gelek kar kir, hûn jî dengê xwe bidin me."

Di nameyan de her wiha gotinên nîjadperest ên weke "Dîaspora Tirk" hatine nivîsandin. Erdogan di nameyê de bi awayekî vekirî li xwe mikur tê ku mamoste û meleyên li Ewropayê ji aliyê desthilatdariya wan ve hatine wezîfedarkirin.