Konseya Ewropayê: Qeyûm heqaret e li gel û demokrasiyê

Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê Anders Knape nerazîbûneke tund nîşanî desteserkirina şaredariyan da û got, “Qeyûm heqaret e li hilbijêr û demokrasiyê.”

Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê Anders Knape derbarê desteserkirina şaredariyên HDP’ê daxuyanî da.

‘TIRKIYE DI VÎRUSÊ DE JÎ HERÊMA KURDAN DIKE HEDEF’

Knape got ku “Di dema şewba Covîd-19’ê de jî em dibihîzîn ku Tirkiye li başûrê rojhilatê welat şaredaran ji peywirê distîne û qeyûman li şûna wan peywirdar dike. Ew şaredarî di 31’ê Adara 2019’an de ji aliyê şaredarên ji aliyê gel hatine hilbijartin, lê a niha ji aliyê karmendên dewletê ve tên birêvebirin.”

Knape got, “Lêpirsînên zêde yên li ser nûnerên hatine hilbijartin û peywirdarkirina kesên li şûna wan heqaretek e li kesên ku piştgiriyê didin hilbijartinên azad û bi edalet. Ev rewş di heman demê de li dijî demokrasiya li Tirkiyeyê jî gefeke mezin e .

Kongreya me ji bo biryara li ser şaredarên hatine hilbijartin û piştre hatine girtin ji Komîsyona Venedîkê ya Konseya Ewropayê nirxandineke fermî daxwaz kir û em li benda weşandina vê raporê ne.”