Konseya Ewropayê daxwaza demildest a berdana Kavala kir

Konseya Ewropa piştî biryara dawî ya derbarê karsaz Osman Kavala ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) û şûnde banga berdana Kavala ya demildest ji dewleta Tirk kir.

Îtiraza Tirkiyeyê ya têkildarî biryara ‘azadiyê’ ya DMME’yê ya 10’ê Kanûna 2019’an a di derbarê aktivîst û karsaz Osman Kaval de, kirî 12’ê Gulanê hate redkirin. Bi vê yekê re Tirkiye ji vê dozê hate mehkûmkirin.

Hevroportorên Swêdî Thomas Hammarberg û John Howelle ê Îngîlîz ên çavdêrên Tirkiye ya Meclîsa Parlementer a Konseya Ewropa (MPKE) dîsa raportorê giştî yê têkildarî rewşa parêzvanên mafê mirovan a Konseya Ewropa Alexandra Loûîs ê Fransî daxwaza berdana Kavala kirin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Bang li rayedarên Tirk dikin demildest vê biryarê bicih bîne û Osman Kaval ê ji 18’ê Cotmeha 2017’an ve girtiye bê berdan.”