Konseya Ewropayê: Bila pêvajoya aştiyê ji nû ve dest pê bike
Seroka Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Liliane Maury Pasquier diyar kir, bidawîbûna grevên birçîbûnê cihê kêfxweşiyê ye û xwest, "pêvajoya aştiyê" ji nû ve dest pê bike.
Seroka Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Liliane Maury Pasquier diyar kir, bidawîbûna grevên birçîbûnê cihê kêfxweşiyê ye û xwest, "pêvajoya aştiyê" ji nû ve dest pê bike.
Seroka MPKE'yê Liliane Maury Pasquier daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ew kêfxweş e ji ber çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven a HDP'î pêk dihat bi dawî bûye.
Pasquier got, "Bi xurtî pê bawer im ku mijarên siyasî û qanûnî ne bi çalakiyên ku jiyana mirovan bixe metirsiyê, lê bi rêya diyalog û danûstandinan divê bên çareserkirin."
Seroka MPKE'yê bang kir û got, "Ji ber vê yekê bang li aliyan dikim ku pêvajoya aştiyê ji nû ve bidin destpêkirin, ku pêwîstiyeke mezin pê heye."