Konseya Ewropayê: 1 ji 100'î yê civaka Tirkiyê li girtîgehan e!

Konseya Ewropayê aşkere kir 1 ji 100'î yê nifûsa Tirkiyê yan li girtîgehê ne an jî bi şertê kontrola edlî li derve ne.

Li gorî rapora ku Zanîngeha Lozanê ya Swîsreyê ji bo Konsey Ewropayê hazir kiriye, li Tirkiyê ji 100 hezar kesî 984 jê, li gorî dîroka 31'ê Çile ya 2020'an di girtîgehan de ne û an jî bi şertê kontrola edlî berdayî ne. Di raporê de hate gotin ev 3 caran li rewşa giştî ya Ewropayê ye. Li gorî giştî ya Ewopayê ji 100 hezar kesî 264 kes bi eynî çarçoweyê ne. Hijmara kesên bi kontrola edlî li Ewropayê piştî Polonyayê, Tirkiye di rêza duyan de ye.