Konseya Aştiyê ya Swêdê: Divê Ocalan were berdan

Konseya Aştiyê ya Swêdê, ku rêxistina sîwanî ya 11 komeleyên aştiyê ye, nameyek ji Hikumeta Swêdê, Desteya Wezîran a YE û Dîwana Edaletê re şand û xwest, Ocalan û girtiyên siyasî bên berdan û PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' were derxistin.

Name bi îmzeya Seroka Giştî ya Konseya Aştiyê ya Swêdê Agneta Norberg hate şandin. Di nameyê de hate ragihandin, têkoşîna Kurdan a ji bo jiyana bi hev re ya gel û baweriyên cuda û rizgariya jinê, encamên erênî bi xwe re aniye û bal hat kişandin ser zext û zordariya zalimane ya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan.

Norberg bibîr xist, piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî hate girtin, zexteke giran a psîkolojîk û fîzîkî lê hate kirin û got, "Têkildarî jiyan û tenduristiya Ocalan em di nava fikarên mezin de ne."

Norberg diyar kir, parlamenterên HDP'ê û hevşaredar hatine girtin û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê pêwîstiya hêzên demokratîk û gelê Kurd bi piştgiriya me heye. Em dixwazin Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan." Agneta Norberg bang li CPT kir, ku Ocalan û girtiyên siyasî bi tenê nehêle û li ber pêkanînên zalimane rabe.

Di dewama nameyê de ev bang hate kirin: "Em bang li hemû kesayet, sazî û parêzvanên mafên demokratîk û gerdûnî, azadî, edalet, aştî û mafên mirovan dikin, ku mafên gelên Kurd û Tirk biparêzin û pêkanînên kêfî yên Erdogan û AKP'ê ku li dijî kesên mîna wan nafikirin dikin, şermezar bikin." Norberg xwest, PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' were derxistin.