Kongrya HDP’ê ya Eskîşehîrê  bi gefan hate astengkirin

Kongrya HDP’ê ku dihate plankirin ku li cihekî yê navçeya Înonu ya Eskîşehîrê bê kirin, li ser gefên polîsan hate astengkirin. HDP’ê kongreya xwe li qadeke vekirî lidar xist.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê ve hate dayîn ev agahî hatin parvekirin: “Weke yek ji êrîşên li dijî partiya me dewam dikin, kongryea ku partiya me dixwest li  navçeya Înonu ya Eskîşehîrê lidar bixe, xwestin asteng bikin.”

Li gorî daxuyaniyê cihê ku ji bo kongreye hatibû kirêkirin, xwediyê wê ji aliyê polîsan ve hatiye gefkirin. Ji ber vê kongre li qadeke vekirî hatiye kirin.

Li kongreya ku li qadeke nêzî benzînxaneyeke nêzî taxa Înunu hate kirin, rêveberiya nû hate hilbijasrtin. Ev kongre ji aliyê destehaya hilbijartinê ve têbînî hatin girtin.