Kongreya Netewî ya Kurd di meha Tebaxê de pêk tê

Kongreya Netewî ya Kurd di meha Tebaxê de pêk tê

Ji bo pêkanîna Kongreya Netewî ya navbera kurdan, di civîna amedekariya  kongreyê dey ali Hewlêrê pêk hat de komîteyek hat avakirin û bi tevlibûna serokê herêmê Mesut Barzanî re li merciya wî civiyan. Her wiha hate zelalkirin ku kongre dê di meha Tebaxê de pêk were.

Komîteya amadekar ya Kongreya Netewî ku di civîna li Hewlêrê pêk hat de hat avakirin bi lez û bez xebatên xwe dimeşîne.

Kongreya Netewî ya bi salane di roja Kurdan de ye, piştî pêşniya 4 konferansên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiribû, cara yekemîn bi awayekî şênber hat zelalkirin. Piştî konferansên li Enqere, Amed û Brukselê pêk hatin, kongreya tê plankirin li Hewlêrê pêk were di alîyê dîroka kurdan de tiştekî yekemîn îfade dike. Civîna amadekar bi xwe jî bi tevlibûneke berfireh ya ji çar parçeyên Kurdistanê pêk hat. Di nava 40 partî û rêxistinên tevli civînê bûn de bi taybetî PKK, KDP, YNK û BDP hebûn.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî peyamek şandibû civîna amadekar a Kongreyê. Ocalan di peyama xwe de bibîrxistibû bi Îdrîs Barzanî ku bavê serokwezîrê herêmê Neçîrvan Barzanî û birayê serokê herêm Mesut Barzanî re dest bi vî karî kirine. Ocalan diyar dike ku bi Îdrîs Barzanî re protokoloke ji 11 xalan pêk tê îmze kirine û  ji Mesut Barzanî, Neçîrvan Barzanî, Noşîrwan Mistefa, Zahmetkeşan, Tevgerên Îslamî yên Başûrî, PÇDK, PJAK, PYD û BDP’ê re slavên xwe şandibû. Her wiha Ocalan bang li hemû kesî kiribû ku berpirsyariya xwe bîne cih û bi ruhê yekitiya netewî re peywira xwe bînin cih.

KOMÎTEYA AMEDEKAR CIVÎNA XWE YA YEKEMÎN PÊK ANÎ

Komîteya Amadekar ya di civîna amadekar de hat avakirin ji 21 kesî pêk tê. Komîteyê civîna xwe ya yekemîn pêk anîn û her wiha ji bo kongre di mehekê de pêk were plansaziya xebatan hat kirin.

Civîna yekemîn di 25’ê tîrmehê roja pêncşemê bi tevli serokê herêmî Mesut Barzanî li cihê wî pêk hat.

Li gorî agahiyên ji komîteyê hatine girtin, ji Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava nûner tevlibûne.

DÊ DÎROKA KONGREYÊ DIYAR BIKIN

Komîteyê wiha got: “Di vê civîna yekemîn de hemû kesên tevli bûne girîngiya kongreyê anîn ziman. Ligel vê komîte dê vê berpirsyariya xwe ya dîrokî bi ruh û hişmendiyeke mezin bîne cih.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di komîteyê de 4 jê jin bi giştî 21 kes  ne li ser navê partî û rêxistinan wek nûnerên gelê kurd cih digirin. Her wiha dê endamên komîteyê bi ruhê ekîbeke netewî tevbigerin û  ji bilî mijar û rojevên di civîna amadekar de derketine holê dê li ser hêmayan ranewestin. Komîteyê ji bo ku biryara ku di mehekê de kongre pêk bê ya ku di civîna 22’ê Tîrmehê de biryara wê hatibû girtin, plansaziya xwe kir. Komîte dê di bin berpirsyariya xwe de xebatan bimeşîne.”

Li gorî agahiyên ku ANF’ê bidestxistine teqez bûye ku kongre di navîna meha Tebaxê dê pêk were. Her wiha komîte sibê bicive û dîroka kongreyê diyar bike.