Kongreya HDP’ê derbasî hilbijartinê bû

Kongreya HDP’ê derbasî hilbijartinê bû

 

1.Kongreya HDP’ê ya bi slogan “ev hîn destpêke” derbasî hilbijartinê bû.

 Di 1.Kongreya HDP’ê ya awarte de ji bo Hevserokatiyê parlementer Sebahat  Tuncel û parlemeter Ertugrul Kurkçu, hatin pêşniyar kirin. Piştî axivtinên ji bo hevserokatiyê hatîn kirin kurkçu nexweş ket.

Kurkçu rakirin Nexweşxaneya Paristinê yaTeybet, ji bo Kurkçu daxuyanî hat dayîn. Serokê diwanê Tuncer Bakirhan bi telefonê hevdîtin çêkir û rewşa Kurkçu pirs kir. Bekirhan da diyar kirin ku pirsgirêkek cidî nîne û got: “ ji bo wî derbas bûyî be.”

Hat zanîn ku wê Kurkçu du rojan di nexweşxaneyê de bimîne.

Piştî peyamên hatîn ji bo kongreyê, rapora di derbarê bi rêxistinkirinê de hat xwedin. Piştî xwedina raporê avêtin dengdanê.  Di kongreyê de nivîskar Huda Kaya axivî û got: “ Ez li vê derê wek jinek sergirtî, bi awayekî li her qadê azad bibim hatîme. Ji ber ku li vê derê mafê hemû kesê û edalet tê paristin ez hatime li vêderê. Ez di zanim û bawer dikim wek pirtûkê de hatî watekirin hemû mirov wekhevin. Îşalah emê vê yekê di pratîkê de nîşan bidîn.”

Piştî Kaya Serokê giştiyê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê (PSAKD)  Kemal Bulbul jî axivî û da diyar kirin ku, Elewî di Tirkiyê de ne deyîndarê tu kesê ne û wiha got: “Li Tirkiyê hemû sazî, rêxistin, rêxistinê siyasî û dewlet dengdarên Elewiyanin. Li Tirkiyê Pîr Sultan, û Mazlum Doganên me hebûn. Rih û Can dan lê belê em xwînê naxwazîn. Em aştî û wekheviyê dixwazîn. Cemxane ne cihê terostane. Cihê terostan gazê tavêje li ser me û me qetildikiye. Em xwediyê kerametê ne. Xwediyê baweriyê ne û di rêya heqîqetê dene.”

Bulbul da diyar kirin ku wê di 3’ê mijdarê de milyonek kes li qada Kadikoyê bin. Piştî axivtinê hinek rêzikname hatin guhertin.

Ji bo hevserokatiya giştî û meclisa partiyê çûn hilbijartinê.Ji bo hevserokatiyê Ertugrul Kurkçu û  Sebahat Tuncel hatin pêşniyar kirin. Kongre bi dengana delegeyan berdewam dike û wê bi konsera Kardeş Turkuleran bi dawî bibe.