Kongreya Gelên Xwecih a Meksîkayê berxwedana Efrînê silav kir
Konseya Hikumeta Gelên Xwecihî û Kongreya Neteweyî ya Gelên Xwecihî dewleta Tirk şermezar kir û berxwedana Efrînê silav kir.
Konseya Hikumeta Gelên Xwecihî û Kongreya Neteweyî ya Gelên Xwecihî dewleta Tirk şermezar kir û berxwedana Efrînê silav kir.
Konseya Hikumeta Gelên Xwecihî û Kongreya Neteweyî ya Gelên Xwecihî û Berdevk Marîa de Jesûs Patrîcîo Martînez peyamek weşandin û destek dan berxwedana Efrînê.
Di peyamê de hat destnîşankirin ku êrîşên dewleta Tirk di asta dagirkeriyê de ne û hat gotin, "Em, şîdet û komkujiya ku ji bo bicihanîna armancên xwe li dijî gelan dikin, red dikin."
Di peyama ku bi gotina "Ji keç û xortên gelê Kurd re" dest pê kir, wiha hat gotin:
"Ji cihê ku em li dijî heman şerî li ber xwe didin, destek û silavên xwe yên piştevaniyê ji we re dijîn.
Dest ji hewldanên xwe yên avakirina aştî, edalet û azadiyê li ser axa xwe bernedin! Dest ji hewldanên xwe bernedin ku hûn vê yekê bi rengekî xweser dikin!
Dest ji têkoşîna xwe ya antî-kapîtalîst û antî-patrîarkal bernedin ku li gelek herêmên vê cîhana bi êş hûn bûne îlhama berxwedan û raperînê! Ji eşq û wêrekiya xwe venegerin!
Em têkoşîna we, ku bi jin, ciwan û mêran ji bo azadiya gel û axa xwe bi rûmetî tê meşandin, silav dikin."
Di dawiya peyamê de hat gotin, "Ji bo dawî li qirkirina li Kurdan tê kirin bê anîn, li cihê em lê ne em ê em bang ligelên cîhanê dikin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Em îsyan û nerazîbûna xwe bi we re û ji bo we diqîrin."