Kongreya damezirandina HDK-Fransa hate lidarxistin
Rêxistina HDK-Fransa, bi kongreya li salona konferansa Partiya Komînîst a Fransayê îlankirina xwe ragihand. Bi beşdariya sedan delege û mêhvanan meclîsek ji 81 kesan û hevberdevk hatin hilbijartin.
Rêxistina HDK-Fransa, bi kongreya li salona konferansa Partiya Komînîst a Fransayê îlankirina xwe ragihand. Bi beşdariya sedan delege û mêhvanan meclîsek ji 81 kesan û hevberdevk hatin hilbijartin.
HDK li Ewropayê rêxistinkirina xwe dewam dike. Li paytext Parîs a Fransayê nêzî 300 delege û mêhvan beşdarî kongreya damezirandina HDK Fransa bûn.
Piştî ku dîwan hate hilbijartin, kongre destpê kir. Di kongreyê de peyamên rêxisinên mîna DCDK-E, CDK-F, Tevgera Jinên Kurd ên Eworpa, ACTIT, DTM, FEDA, SKB, FÛAF, Ciwanên Azad, Malabetl a Pazarcix-Elbîstan û Komeleya Çandê ya Sînemayî hem bi gotin û hem jî bi nivîskî hatin dayîn. Eniya Çep a Fransî, Partiya Komîsîst, Komeleya Dostên Gelan a Li Dijî Nîjatperestan û Nûnerên Yekîtiya Sendîkayan beşdarî kongereyê bûn.
HEZER: HETA KU EM TINE NEKIN NIKARIN BIGIHIJIN ARMANCÊN XWE
Di kongeryê de Parlementera HDP’ê ya Wanê Tûba Hezer axivî û bal kişand ser zext û êrşên rejîma Erdogan û got: “Heta ku ew me tine nekin nikarin bigihijin nuqteya ku dixwazin xwe bigihîninê.”
Hevserokê Şaredariya navçeya Îpekyolûyê a Wanê di çarçoveya rojeva polîtîk de mafê axaftinê girt û bal kişand ser zext û êrîşên li ser şaredariyan tên meşandin.
Endama rêveberiya Melîsa Jinan a HDP’ê Beycan Taşkiran jî axivî û ev tişt anî ziman: “HDK, projeyeke ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşxistiye. Ev ji bo gelê Kurd û şoreşgerên Tirkiyeyî girîng e. Li dijî hişmendiya şoven a paşverû ya QKP/Qesrê li ber xwe didin dînamîka jinane. Em jinên kedkar ên berxwedêr rê nadin hişmendiya destdirêj.
ŞIBANDINA ERDOGAN A VICHY
Seroka Komeleya Dostên Gelan a Li Dijî Nîjatperestiyê Renee Le Mîgnot weke mêhvan beşdar bibû ji di kongreyê de axaftinek kurt kir. Le Migont diyar kir ku di rewşa niha de li Tirkiyeyê diktatorî heye, di şibe rejîma Vîchy a demê dagirkeriy ya Nazîyan a li Fransayê. Le Mignot, bal kişand ser doza qetlîama li Parîs a ku di meha Çileyê de hate pêkanîn, anî ziman ku ka kê ferman daye ku 3 jinên şoreşger ên Kurd bê qetilkirin dizanin. Bi vê yekê bal kişand ser Tirkiyeyê, hikûmet Fransa jî ji vê qetlîamê berpirsyar e.
Di saet 14:00’an de jî di beşa 2’emîn a kongreyê de jî raporên xebatan hate xwendin. Piştre jî rapor hatin nirxandin.
Piştî gotûbêjkirina pêşnûmeya biryarên kongreyê û erê kirinê, ji bo avakirina meclîsê, hilbijartina desteya rêveberiyê û hevberdevkan derbasî dengdayînê bûn.
Di encama hilbijartina dengdayînê de Zeynep Bîrsel Ocak û Îbrahîm Sedo weke hevberdev hatin hilbijartin.