Hevserokatiya KONGRA-GEL, Bi boneya Cejna Remezanê îro peyamed da.
Di peyamê de ev tişt hate gotin: “Em Cejna Remezanê ya pîroz di serî de Rêber Apo, gelê xwe yê Kurd li her çar parçeyên Kurdistan û derveywelat dijîn û hevrêyên xwe yên qehreman ku li her qadê gelê xwe diparêzin pîroz dikin. Di wê hêviyê de ne ku cejin bibe wesîleya yekîtiya netewî û civakîbûna gelê Kurdistan û aştiyê ya gelan.
‘WÊ SILTANTIYA ERDOGAN TÊK BIÇE’
Di dewama peyama KONGRA-GEL de ev bal hate kişandina ser van xisûsan:
“Em Cejna Remezanê di nava şert û mercên polîtîkayên şer ên topyekûn ku hikûmeta AKP’ê li ser gelê me dide meşandin pêşwazî dikin. Hikûmeta AKP’ê ya ku xwe misilman dide nîşandan, bi zilim, zext û qetlîamên xwe yên ku di serî de li ser gelê Kurdistan û gelên Tikiye dide kirin, ti eleqeya xwe ne bi Îslamîbûn û ne jî bi mirovahiyê re heye. Erdogan ê ku alîkariyê dide çeteyên DAIŞ’ê, weke yek ji kesê ku di alema îslamê de kesê herî zilimkar û xirab cihê xwe digire.
Erdogan ê ku bi sîstema faşîst a yekparêzî a siltantiyê ku hem daraz, hem jî rêveberî û hem jî rêveberiya heyî bi awayekî bê asteng û bê bê çavdêrî dixwaze bi tena serê xwe bide meşandin ne mimkûne ku vi vî rengî bidome.
‘BÛYER DIDE NÎŞANDAN KU WÊ BI VÎ RENGÎ DOM DIRÊJ NEKE’
Li gel çalakiyên gerîlayên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku her diçe bilind dibe, xwepêşandanên muxalef ên civakî yên nava Tirkiyeyê, her ku diçe li herêm û têkiliyên naventeweyî de bitenê dimîne, dide nîşandan ku siltaniya heramiyan emrê wê dirêj nabe.
Erdogan û derdorî wî yên ku vê yekê dibîne, bi derew û fen û fûtan li gel çapemeniya derewîn, her ku raya giştî bixapîne jî, fêdeya tirsê ji mirinê re nîne; ti zilm pêşiya hilweşîna siltaniyê nagire.
‘LI GEL BILINDKIRINA PIŞTGIRIYÊ, DIVÊ JI PÊVAJOYÊ RE BIBIN BERSIV’
Di vê pêvajoya ku di aliyê gelê me de hem li herêmê hem jî di qada navneteweyî de pêşketin û destkeftiyên mezin hene, divê gelê me yekîtiya netewî civakî û piştgiriyê bilind bike, bibe bersiva pêvajoyê û li dijî polîtîkayên AKP’ê raweste.
Cejna Remezanê fersendekî gelekî girîng e. Bi baweriya cejnê û menewyeta wê xwed li mezlûm û hemû hejaran derkevin, piştgiriya civakî bi hêz bikin. Xwedî li gelê xwe yên ku ji ber êrîş û hovîtiya AKP’ê bajar û navçeyên wan hatin hilweşandin û wêrankirin, muhtacî alîkariyêne xwedî li wan derkevin. Em rê nedin ku tenê yek mirovê me jî ne birsî û ne jî ji derve bimîne. Bi boneya cejnê em xwe bigihînin her kesê û piştgiriyê xurt bikin.
Bi baweriya ku gelê me pîrozbahiya cejnê li ser vî bingehî pêk bîne, cejna hemû alema îslamê pîroz dikin.