Kongra Gel salvegera PKK’ê pîroz kir

Kongra Gel salvegera PKK’ê pîroz kir

Kongre Gel biboneya 34’emîn salvegera damezirandina PKK’ê peyamek weşand. Kongra Gel di peyama xwe de destnîşan kir ku gelê kurdê ku bi salan e rastî hemû komkujî û zextên dij mirovî tên, bi têkoşîna PKK’ê û bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din hemû planên dij mirovî vala derxistine.

Kongra Gel diyar kir ku PKK navê berxwedan û parastina gelê kurd e û ev tişt anî ziman: “Bi têkoşîna 34 salî re hemû planên dagirkeriyê û qirkirna gelekî hatine vala derxistin. Beriya PKK’ê li ser gelê kurd hemû cure hovîtî dihat meşandin. Bi derketina PKK’ê re gelekî ku ji hemû nirxên wî hatibû durxistin û serê wî li wî hatibû çimandin, bi berxwedana PKK’ê re ev hemû bê rûmetkirin ji bolê hat rakirin. Êdî PKK ji bo gelê kurd bûye sombola serkeftinê û ji hemû zilm û qiririnê re bûye mudaxaleya şoreşgerî.”

Kongra Gel di dirêjiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya ku di pêşengtiya PKK’ê de hatiye destpêkirin, di 34 salan de li dijî hemû polîtîkayên serdestan ku dixwastin gelê kurd bikin qurbanê berjewendiyê xwe hemû vala derxistiye û ev tişt got: “Gelê kurd bi pêşengtiya PKK’ê her cure konseptên sîstemê vala derxistiye. Di nava van salan de gelek serkeftiyên mezin bi dest xistiye.”

Kongra Gel destnîşan kir ku mîmarê van hemû pêşketinan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha pêde çû: “Bi pêşengtiya Rêber Apo hemû tevgera me hêzek mezin girtiye û di têkoşîan şoreşgerî de dermeyên mezin li sîstemê hatiye xistin. Li dijî polîtîkayên AKP’ê en dagirkeriyê Hêzên Parastina Gel (HPG) li herêma Botanê bi çalakiyên xwe artêşa dagirker têk bir. Bi vê pêngava şoreşgerî re careke din hat nîşankirin ku polîtîkayên AKP’ê ên ewlekariyê vala hatiye derxistin.”

Kongra Gel herî dawî ev tişt got: “PKK’ê bi têkoşîna xwe ya 34 salî, ruh û giyan daye gelê kurd. Em wekî Kongra Gel vê roja pîroz di serî de li Rêber Apo, hemû şervanên Kurdistanê û gelê kurd pîroz dikin.”