Kongra Gel Komkuijya Şengalê bi bîr anî, bêdengiya NY’yê şermezar

Kongra Gel Fermana 73’an a li ser Êzîdiyan bi bîr anî, çeteyên DAÎŞ’ê û hevkarê wê dewleta Tirk şermezar kir û banga tevlêbûna li çalakiya 3’yê Tebaxê kir.

Kongra gel şehîdên Şengalê bi bîr anî, hêzên HPG’ê, YPG, YPJ’ê yên ku Şengal ji qirkirinê xilas kirin slav kir û got, ew bi qehremanên gelê xwe serbilind in.

Kongreya Gel di daxuyaniyê de bal kişande ser wê ku hê jî bi hezaran jin û zarokên Êzîdî di dest DAÎŞ’ê de ne, aqûbeta wan ne diyar e. Konga Gel got, ‘’Di nav van 5 salan de çen caran Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî raporek nivîsî ji bo ku Neteweyên Yekbûyî (NY) Fermana ser Şengalê bi fermî bipejirîne lê mixabin NY derbarê Şengalê biryara komkujiyê nestandiye.

‘EM BÊDENGIYA NY’YÊ PROTESTO DIKIN’

Daxuyaniya Kongra Gel wiha didome:

‘’Talokeya li ser Şengalê hê jî berdevam e. Şengal ji aliye hêzên Heştî Şabî û hêzên Iraqê ve hatiye dorpêç kirin. Dagirkirin, êriş û gefên dewleta Tirk li ser Şengalê, li ser Başûr û li ser Rojavayê Kurdistanê berdevam dike. Lê bele li gel van talokeyan  jî bêdengiya NY jî berdevam e. Eva bi ti rengî nayê qebûlkirin, em bêdengiya NY’yê protesto dikin.

BANG: EM TEVLÎ ÇALAKIYÊ BIBIN

Bi pêşengtî û bangawaziya Tevgera Jin, ji bo protestokirina komkujiya Şengalê û bêdengiya NY’yê, sibê li hemû deverên ku gelê me û dostên me lê dijîn, ji bo şehîdên Şengalê çalakiyên girseyî di seet 11.00 an de yê bi rêzgirtinê dest  pêbike, bi çalakiyên cûr be cûr wê berdewam bike.   

Em bang li gelên Kurdistanê dikin ku li hemberî bêdengiya NY’yê, li hemberî talokeya li ser gelê Şengalê, li hemberî êrişên dewletên dagirker, li Kurdistanê û derveyî welat em sibê bi girseyî tevlê çalakiyan bibin. Em bi dengekî hêz daxwaziyên gelên Kurdistanê ji raya giştî re bibêjin û bi vî avayî bibin bersiva gelê Şengalê. ‘’