KONGRA-GEL ji bo bilindkirina têkoşîna azadiyê bang li gelên Rojhilatê Kurdistanê kir

KONGRA-GEL zextên dema dawî yên rejîma Îranê şermezar kir û bang li gelên Rojhilatê Kurdistanê kir ku li dijî vê yekê, têkoşîna azadiyê bilind bikin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi daxuyaniyekê zextên rejîma Îranê yên li ser gelê Kurd şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li ser çalakvanên sîvîl û xwendekarên Kurd, bi taybetî jî li ser hûnermend û rewşenbîrên jin ên Kurd, operasyonan dimeşîne û zindanî dike.

Em vê siyaseta rejîma Îranê bi tundî şermezar dikin. Rejîma Îranê, daxwazên gelê Kurd bi zextê, bi zindan, bi tirsandin, bi kuştinê nikare bêdeng bike. Berxwedana gelê Kurd nikare têk bibe. Agirê azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê nikare bitemrîne."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li Rojhilata Navîn siyaseta dijî gelê Kurd hîç ji welatekî re xêr û bereket neaniye. Berevajî siyaseta dijmintiya gelê Kurd, di welatan de bûye sedemê krîz û kaos e, bûye sedema têk çûnê. Yek sedema sereke ya krîza li Îranê jî, qebûlnekirina mafên gelê Kurdistanê ye.

Em ji rejîma Îranê re bang dikin ku dev ji vê siyasetê berde, girtiyên siyasî azad bike. Li ser esasê diyalogê, bi gelê Kurdistanê re li ser bingeha netewa demokratîk çareseriyê pêk bîne. Ji bo çareseriya pirsgirêkên gelên Îranê jî tek rê ev e.

Em ji gelên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî jî yên pêşengên gel jin û ciwanên re bang dikin ku heta ku li ser bingeha neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratik çareserî pêk neyê, pêwîst e bê navber têkoşîna azadiyê bê bilind kirin. Serketin a gelê me ye."