KONGRA-GEL: Ew ê li Efrînê faşîzm têk biçe

KONGRA-GEL têkildarî gefa Erdoga a li dijî Efrînê got ku “Ew ê desthilatdariya Erdogan li ser wî were hilweşandin.”

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL têkildarî gefa Erdogan a li dijî Efrînê îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniya KONGRA-GEL de ev tişt hatin diyarkirin:

“Nûnerê dawîn ê faşîzma dewleta Tirk Tayyip Erdogan, gefê li Efrînê dixwe û bi gotina ‘yan ew ê teslîm bibin an jî em ê wan hilweşînin’ peyaman dide cihekî. Diyar e ku ev peyam ne ji rêveberiya Efrîn û hêzên QSD’ê re ye. Ji ber ku ji rojên pêşîn ên şoreşa Rojava heta qonaxa Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê gel ji gefxwarinên Erdogan netirsiyan û têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê domandin.

Hêzên Rûsya û Sûriyeyê li Îdlîbê gelek cih ji destê hêzên selefî stendin. Ev komên selefî têkiliya wan bi Erdogan re heye. Gelo Erdogan ê ku ji ber têkçûna hêzên selefî, ji ser Efrînê dixwaze ji Rûsyayê re bibêje ‘bisekine’?

An jî Erdogan ji ber hêza ewlehiya sînoran a ku 30 hezar kesan pêk tê, dixwaze ji DYA’yê re bibêje ‘bisekine’?

‘KÛÇIKÊ KU DIEWTE’

Di nav gel de gotinek heye, dibêje ‘Kûçikê ku biewte, êrîş nake’ Bi xirecirê mirov naçe şer. Lê ligel hemû îxtîmalan em dibêjin, dibe ku Erdogan êrîşî Efrînê bike.

Ji ber ku ev kûçik har bûye û mirov nizane ew ê ev kûçikê har çi bike. Erdogan ji ber krîz û kaosa ekonomîk û siyasî, hevsenga wî ji hev ketiye. Ango har bûye.

Erdheja siyasî ya ku ew ê faşîzma Erdogan hilweşîne, bi demê re zêde dibe. Ji ber vê jî êrîşî goristanên şehîdan dike û li hemberî manewiyata civakî ya gelê me bêhurmetiyê dike.

'DÎN BÛYE; JÊ TÊ KU HER TIŞTÎ BIKE'

Rewşa Erdogan, sînorê dînbûnê ye. Ji ber ku ji aliyê siyasî ve mirina xwe dibîne. Êdî jê tê ku bi her awayî dînîtiyê bike. Her tişta ku dike, desthilatdariya wî ya faşîst bêhtir nêzî têkçûnê dike.

Çi hatibe serê Erdoganê digot, 'Kobanê li ber ketinê ye', wê heman têkçûn bê serê Erdoganê dibêje 'Em ê Efrînê bi serê wan ve birûxînin'.

BANGA LI GELAN Û RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ

Em bang li gelên Kurdistanê, Tirkiyeyê û raya giştî ya cîhanê dikin;

Gef li hemû destketiyên gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê tê xwarin, ku di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de hatin bidestxistin. Faşîzma Erdogan ji bo van destketiyan ji holê rake û şerekî mezin ji nû ve li herêmê derxîne, êrîşî Efrînê dike.

Di serî de hemû parçeyên Kurdistanê û gelên Tirkiyeyê, li dijî faşîzmê bi piştgiriya mezin a hemû mirovahiya pêşverû, çawa ku faşîzma DAÎŞ'ê li Kobanê hat têkbirin, em dikarin faşîzma Erdogan jî têk bibin û paşeroja azad a gelên Rojhilata Navîn biafirînin.

Ji bo aştî û demokrasiyê, ji bo azadî û mafên mirovan divê em li ber faşîzma Erdogan rabin. Bi xwedîderketina li Efrînê em dikarin vê bi ser bixînin. Em bang li gelên xwe dikin ku têkoşînê bi hev re geş bikin.

Bi taybetî Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, divê gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn hemû mirovên alîgirê demokrasî û azadiyê rakin ser piyan û bi navê wijdanê hevpar ê gelan li ber faşîzma Erdogan rabin."