Kongra-Gel: Erdogan dê hesabê Roboskiyê bide

Kongra-Gel: Erdogan dê hesabê Roboskiyê bide

Serokatiya Kongra- Gel, bi wesîleya yekemîn salvegera Komkujiya Roboskê daxuyaniyek da û diyar kir ku tu şensê Erdogan tune ku ji agirê di wijdanan de pê xistiye, rizgar bibe.

Kongra-Gel da zanîn ku di ser komkujiya ku 34 ciwanên kurd ku temenê wan di bin 18 salî de bûn hatin qetilkirin de salek derbas bûye û hê jî kujer aşkera nekirine.

Kongra-Gel di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di serî de dengê dayikan û gundiyan nabihîze. Dewleta AKP’ê 3 meymunan dilîze. Lê qîrêna Roboskê bû qêrîna hemû gelê kurd û kesên xwedî wijdan. Mezin bû û li hemû cîhanê belav bû. Dê mezintir bibe. Rizgarbûna kujeran nîne. Di heqîqeta Roboskê de şensê tu kesî nîne ku rizgar bibe.”

Kongra-Gel da zanîn ku her kes kujeran baş dizane û wiha got: “Bê guman ev kes ji bilî Tayyîp Erdogan kesekî din nîne. Ji ber ku ew berpirse rastiyê îtîraf nake. Lê heta ku Erdogan rastiyê îtîraf neke dê Roboskê bibe kabusê wan.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di dîrokê de her tim komkujiyên li ser kurdan hatin veşartin. Hesab jî nehat pirsîn. Erdogan jî dibêje qey dê vê veşêre. Lê xwe dixapîne. Ew dem derbas bûn.

Êdî gelê kurd ne bê xwedî ye. Dê hebasê hemû komkujiyan bipirse. Bila gumana tu kesî tune be. Gel bi komkujiya Roboskê re hemû derew û polîtîkayên talankirinê ya AKP’ê û Erdogan dîtiye.

Bi komkujiya Roboskê ya ku tê xwestin eve ku gelê kurd bê deng bihêle. Gelê me bi vê hişmendiyê piştevanî derxist holê û êşa wan parve kir. Şensê Erdogan tune ji agirê di wijdanan de pêxistiye rizgar bibe. Em bang li hemû gelê kurd dikin ku li dijî faşîzma AKP’ê dengê xwe bilindtir bike. Em bi vê wesîleyê careke din êşa gelê Roboskê parve dikin û berxwedana wan ya bi rumet silav dikin.”