KONGRA-GEL banga tevlêbûna li çalakiya Dusseldorfê kir
KONGRA-GEL banga tevlêbûna li meşa Dusseldorfê kir, ku 4’ê Mijdarê, sibe wê pêk were.
KONGRA-GEL banga tevlêbûna li meşa Dusseldorfê kir, ku 4’ê Mijdarê, sibe wê pêk were.
Dîwana Hevseroktiyê ya KONGRA-GEL bi daxuyaniyeke nivîskî bang kir ku li dor Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her kes were cem hev û rabin ser piyan.
‘’JI RÊZDAR OCALAN Û HEMÛ GIRTIYÊN POLÎTÎK RE AZADÎ’
‘’Tendurîstî û jiyana Rêber Apo bi me re fikarên mezin çêkirine. Ji nûçeyên derbarê jiyana Rêbertiya me, Erdogan bi xwe berpirs e ku li ser dijminatiya li Kurdan û nirxên Kurdan hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne’’ û bi berdewamî hate gotin:
‘’Faşîzma Erdogan ku nekarî pêşî li rêxistinbûna û geşbûna berxwedanê ya gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn a bi çarçoweya paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo bigire, bi hêrsa têkçûnê û ne serketinê berê xwe dide Rêbertiya me. Li Îmraliyê rewş çiye em nizanin.
Hikûmeta Elman ku li dijî faşîzma Erdogan a li ser Rêber Apo û gelê me xwe kerr û kor dike bi zext û qedexeya li ser demokrat û welatparêzên Kurdistanê û Tirkiyê rasterast destekê dide faşîzma Erdogan.
Faşîzma Erdogan ku ji bêdengiya sazî û raya giştî ya navnetewî wêrekiya xwe dgire, li Girava Îmraliyê derdikeve derveyî hiqûqa netewî û navnetewî û pergaleke bi temamî kêfî û bê kontrol ava kiriye.
Ji ber van sedeman di vê pêvajoya berdest de peywireke mecbûrî û sincî ye u gelên me û dostên me li dor Rêber Apo werin cem hev. Ji bo vê her kesê ku li qada lê ye bi çalakiyên xwe deng derxîne û xwe tevlî nav pêvajoyê dike bi hurmet slav dikin.
Divê neyê jibîrkirin ku em hemû deyndarî Rêber Apo ne û bêyî ku Wî azad bikin, bêyî ku jiyana Wî ewle bikin ti ewlehiya jiyanê ya kesî nîn e, divê em bi vê hişmendiyê tevbigerin.
Ji bo vê jî pir girîng e ku sibe tevlêbûneke xurt li meşa sibe ya Dusseldorfê bibe ku wê bi dirûşma, ‘’Ji Rêzdar Ocalan û hemû girtiyên polîtîk re azadî’, ‘Em Rê Nadin Faşîzmê’, ‘’Bila dawî li zexta li ser saziyên demokrat ên Kurdistanî û Tirkiyê were’ pêk were. Bi tevlêbûneke bêhempa divê em nîşan bidin ku jiyana Rêber Apo, azadiya Rêber Apo ji bo azadiya gelên me çi ye. Ji 7 salî ta bi 70 salî divê em bi hemû rengên xwe li dor Rêber Apo bibin yek.’’
Di serî de CPT ji bo ku raya giştî ya navnetewî em bixin tevgerê, her wiha ji bo ku zext li ser hikûmeta Elmanya ya ku xwe kerr û kor dike, çêbibe, di serî de gelê me yê welatparêz em bang wan hemû derdoran dikn ku di mijara azadî û demokrasiyê de bihîstyar in tevlî meş û mîtînga sibe ya Dusseldorfê bibin.’’