Konferansên Jinan ên Rêveberiyên Herêmî didomin
Konferansên Jinan ên Rêveberiyên Herêmî didomin
Konferansên Jinan ên Rêveberiyên Herêmî didomin
Konferansên Jinan ên Rêveberiyên Herêmî yên DBP'ê yen ku li Amed, Şirnex û Sêrtê tên lidarxistin di roja duyemîn de bi rojevên hatine diyarkirin didomin.
Li Amedê Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê di roja duyemîn de li Salona Civînê ya Şaredariya Rezan didome. Di roja duyemîn de konferans bi xwendina "pûşnûmeya perwerdehiyê ya di rêveberiyên herêmî d, pûşnûmeya ekolojiyê, polîtîkayên hilberîna ekolojiyê, polîtîkayên bajarîbûnê, pêşnûmeya aboriyê" dest pê kir.Piştre li ser sernavan nîqaş hatin kirin û pêşniyar hatin girtin. Endama Komîsyona Aboriyê ya KCD'ê Kader Kaya axivî û diyar kir ku ew înşaya nû nîqaş dikin, di pêvajoya avakirina nû de yek ji mijarên girîng aborî ye. Kaya anî ziman ku dema aboriyê nîqaş dikin divê tişta bê kirin tiştekî ji nûve afarandin na, ya heyî derxistina holê ye û wiha axivî: "Pêdiviya em ax, av û enerjiya xwe bikin komun ji der derketiye. Keda me jinan du caran tê desteserkirin. Hem ji aliyê sîstemê hem jî ji aliyê zilaman ve keda me tê desteserkirin. Di çarçoveya vê rastiyê de divê em li ser mijara, em ê çawa bikaribin vegerin cewherê xwe nîqaşê bidomînin." Kaya bilêv kir ku divê feraseteke aboriyê ya bingeha wê jin e pêş bikeve.
Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak axivî û got ku di nîqaşên ku li vir tên pêş xistin de ew li bendê ne ku çend pêşniyarên şaredarî dikarin pêk bînin derkevin. Kişanak wiha berdewam kir: "Li vir em çend projeyan pêşniyar bikin û derbasî jiyanê bikin. divê teqez ekîbek bê avakirin. Pirsgirêka bingehîn ev e ku em bixwazin nexwezin di nava sîstema heyî de dijîn. Di nava vê sîstemê de divê em nêzîkatiyên xwe nîşan bidin. Lê divê em pêvajoyên vê yekê yên qanûnî jî bizanibin. Mekanîzmaya vê yekê divê Şaredariya Bajarê Mezin ava bike. Û em ê vê ava bikin. Lêgerîna me ew e ku bila hemû kes bi keda xwe bijî. Muteşebisên jin dernakevin. Ji bo vê yekê em di 2015'an de bernameyeke perwerdehiyê ya cerasetê dide jinan û proseduran vedibêje amade bikin. Em ji vir kolektîfên jinan derxînin. Em perwerdehiyên ku kolektîfên jinan derdixin hedef bikin. Em jî wekî şaredarî soza piştevaniyê bidin. Û Mor Marketan ji bo jinan vekin. Tiştên ku kolektîfên jinan hildiberînin em li Mor Marketan bifiroşin. Bi vî rengî em li her deverê Kurdistanê zincîrên marketan ava bikin."
Piştî ku nîqaşên li ser aboriyê bi dawî bû pêşnûmeya "Di rêveberiyên herêmî de ekolojî" hate xwendin. Piştre nîqaş hatin kirin. Konferans bi nîqaşan didome, di encamê de dê pêşnûmeyên ku ji aliyê delegeyan ve hatine pêşkêşkirin dê bên nirxandin û delege bên hilbijartin.
SÊRT
Li konferansa ku bi beşdariya qadêr Sêrt, Mêrdîn û navçeyan li Salona Konferansê ya Şaredariya Sêrtê tê lidarxistin jî di roja duyemîn de didome. Di roja duyemîn a konferansê de di beşên polîtîkayên civakî û aboriyê de pêşnûmeyên ku hatine amadekirin hatin pêşkêşkirin û bi nîqaşên li ser van didomin. Di konferansê de nîqaşên "Modelake çawa ya rêveberiyên herêmî" tên pêşxistin.
ŞIRNEX
Li Şirnexê jî bi beşdariya hevşaredarên jin, endamên meclîsên şaredariya xebatkarên şaredariyê yên jin ên Şirnex, Colemêrg û navçeyan konferans didome. di roja duyemîn de xebatên li atolyeyan hatine kirin, hatin xwendin û li ser "Polîtîkayên Rêveberiyên Herêmî" nîqaş hatin kirin. Di vê çarçoveyê de qadên jiyanê, plansaziya îmarê ya herêmê, veguhestina bajar û avahiyên civakî, sîstemên agahiya cografyayê, ekolojî, peyzaj û hwd. tên nîqaşkirin.
Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî, piştî nîqaşkirina pêşnûmeya pêşniyaran, hilbijartina Komîsyona Jinê ya Herêmî û Delegeyên Konferansa Giştî ya Jinan li bendê ye dê di saetên êvarê bi dawî bibe.