Konferansên Çareseriyê nêz dibin
Konferansên Çareseriyê nêz dibin
Konferansên Çareseriyê nêz dibin
Konferansên çareseriyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê pêşdîtin kirî, nêz dibin. Dê konferansa destpêkê li Enqereyê, piştî wê jî li Amed, Hewlêr û Brukselê jî bên çêkirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Milliyetê, tê plankirin ku konferansa yekemîn dê di dawiya meha Gulanê li Enqereyê were kirin.
Konferansa ku dê binavê “Konferansa Demokrasî û Aştiyê” tê bên kirin, dê nivîskar Yaşar Kemal, Orhan Pamuk, Murathan Mungan, hevjîna Hrant Dînk yê hatiye kuştin Rakel Dîn, gelek nûnerên rêxistinên sivîl, siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend dê tevlîbibin. Piştî konferansa Enqreyê jî dê konferansa duwemîn li Amedê were kirin.
Di konferansa 3’mîn ya dê li Brukselê were kirin jî, dê Kurdên li Ewropayê bîne gel hev. Çav lê ye ku hemû pêkhateyên Kurd yên li Ewropayê de di konferansê de bên gel hev.
Konferansa herî dawî jî dê li Hewlêrê were pêkanîn. Dê nûnerên partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê tevlî konferansê bibin.