Konferansa Zimanê Kurdî destpê kir

Konferansa Zimanê Kurdî destpê kir

"4. Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî" bi şiyara "Azadiya Ziman di Çareseriya Neteweya Demokratîk de ye" bi tevlêbûn û eleqeyek mezin destpê kir. Rêveberê Navenda KURDÎ-DER'ê Rifat Ozturk di axaftina vekirinê de got: " Azadiya Zimanê Kurdî, azadiya gelê Kurd e, azadiya Rêberê gelê Kurd azadiya zimanê Kurdî ye."

4.Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî bi şiyara "Azadiya Ziman di Çareseriya Neteweya Demokratîk de ye" li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn bi tevlêbûna 250 delegeyan destpê kir.

Di Konferansê de Parlemen Husamettîn Zenderlîoglu, Însiyatîfa Dayîkên Aşitiyê, hemû saziyên sivîl, komîsyona ziman a KCD, MEYA-DER, TUHAD-DER, Egitim-Sen, hemû şaxên KURDÎ-DER'ê û gelek kes amade bûn.

Axaftina vekirinê Rêveberê Navenda KURDÎ-DER'ê Rifat Ozturk kir û wiha got: "TZP (Tevgera Ziman û Perwerdeyê) li hemberî polîtîkayên pişaftin û tunehesibandinê ku ev 90 sal in li dijî gelê kurd tê meşandin, di sala 2006'an de hat damezrandin û ev 7 salin têkoşînek bê hempa dide meşandin. Divê gelê Kurd li hember dirûtiyê, bi siyasetmedar, şaredar, serok û rêvebirên sazî û dezgahên xwe li hemû qadên jiyanê zimanê xwe bi kar bîne û dibistanên xwe avabike. Gel û netewe bi zimanê xwe heyî dibin, bi zimanê xwe dikarin hebûna xwe bidomînin. Gelê Kurd jî bi vê fêm û feresetê, heya ku mafê xwe yê ji pêş dibistanê heya zanîngehê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi dest bixe, dê bi rihê seferberiyê têkoşîna xwe ya hebûn û rûmetê bidomîne."

Ozturk da zanîn ku ew bi hêvî ne ku ev konferans wê bibe bingeha yekitiya gelê Kurd û got: "Em bi van hest û ramanan silavên xwe ji konferansa Neteweyî re dişînin ku wê di meha Îlonê de li Hewlêrê pêk were. Azadiya zimanê kurdî, azadiya gelê Kurde, azadiya Rêberê gelê kurd azadiya zimanê kurdiye."

Piştre dîwan hat hilbijartin. Ji bo Serokê dîwanê Osman Ozçelîk, ji bo endamên dîwanê Ziyan Înan û Remzî Kaya hatin hilbijartin.

Piştî hilbijartinê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Konferans bi axaftinan berdewam dike.